TJK-Rûsya kuştina Jîna Amînî şermezar kir 2022-09-19 12:41:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Amînî şermezar kir û got: "Êrişên rejîma Îranê ya li dijî jinên kurd ne ji rêzê ne. Em banga têkoşîna hevpar dikin."    Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê têkildarî qetilkirina jina ciwan ya ji Seqiza Rojhilatê Kurdistanê Jîna Amînî (Mahsa) ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve daxuyaniyekî da. TJK-Rûsyayê di daxuyaniyê de qetilkirina Jîna Amînî şermezar kir û sersaxî ji malbata Emînî re xwest. Daxuyanî li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê ji aliyê Seroka Tevgerê Culyeta Aram ve hat dayîn.   Culyeta bal kişand ser kiryarên rejîma Îranê li ser jinên kurd û wiha dewam kir: “Rejîma Îranê beriya demekê jina kurd a bi navê Şilêr Resûlî qetil kir û niha jî jina ciwan a bi navê Jîna Amînî (Mahsa) qetil kir. Em hemû ji dizanin ku tu êriş ji rêzê nîne ji ber ev demeke jinên kurd a Rojhilatê Kurdistanê li dijî hişmendîya desthilatdariya Îranê rola pêşengiyê girtine ser milên xwe. Jin ti astengiyên rejîma dîktator a Îranê nas nakin, li dijî wê li ber xwe didin. Di bin navê namûs, kevneşopî û çarenûsê de zagon danîne û ferman dane ku li her derê bi her hincetê êrişî jinan bikin.”   Culyeta îşaret li ser politikayên taybet a li diji kurdan kir û wiha got: “Konseptekî taybet ji bo kurdan û jinan bi armanca komkujî û qirkirinê vedihewîne dewam dike. Li beramberê wê jî jinên kurd weke hêza herî rêxistinkirî ya dinyayê li ser zemîna xweparastin û xwerêxistiniyê bi azwerî û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe geş dike. Heger kurd û jinen kurd vê pêvajoya dîrokî, taybetmendiyê wê baş fêhm bike û li gor vê rêxistina xwe bike, berxwedaniya xwe geş bike diyar e ku wê serkeftin û destkeftiyên mezin bi xwe re bîne.”    Culyeta wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê neyê jibîrkirin, projeya jiyana azad a Rêber Apo li ser dilsoziya bi welat re ava dibe. Ji bo vê jî, em her li ku derê cihanê bin bila bibin, li dijî jina kurd êrîş, bêdadmendî û zexta dewletê hebe divê em bi hev re têbikoşin û li ber xwe bidin. Jina kurd rûmeta civaka kurd e û kes nikare rûmeta neteweyekî bê xwedî bihesibîne. Em wek jinên kurd a Rûsyayê berxwedaniya jinên Îranê silav dikin û dibêjin, Jin jiyan azadî!”