Li Rojhilatê Kurdistanê dijî qetilkirina Jîna Amînî greva giştî destpê kir 2022-09-19 12:16:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî kuştina Mahsa (Jîna) Amînî li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir.   Beşek ji partî û rêxistinên sivîl, aktîvîstên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê bang li tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê kiribûn ku li dijî qetilkirina jina ciwan a kurd Mahsa (Jîna) Amînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin greva giştî pêk were.   Di vê çarçoveyê de, Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li gel şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî bang li tevahiya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiribû ku di 19’ê îlonê ango îro li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê faşîzma Îranê ve bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî û şehîd namirin” tevlî greva giştî bibin.   Her wiha partiyên di nava "Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê", Rêxistina Kurdistanê ya Hizba Komîsta Îranê- Komele û hinek partî û rêxistinên û aktîvîstên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê bang jî li welatiyên kurd kiribûn ku li djiî qetilkirina Jîna Emînî tevlî greva giştî ya seranserî Rojhilatê Kurdistanê bibin.   Li ser banga partiyan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê greva giştî des tpê kir.   Li gorî dîmenên li ser torên civakî derketine, li gelek bajarên Rohilatê Kurdistanê, Seqiz, Sine, Şino, Bukan û Baneyê greva giştî ya welatiyan destpê kiriye. Gorî dîmenan li van bajaran welatiyan dikanên xwe nevekirine û neçûne ser kar.   Ji bo şermezarkirina qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî (22) ya di dema ji aliyê polîsên “dijî bê hîcabiyê” hatibû binçavkirn û îşkence lê hatibû kirin, piştî 3 rojan ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.