TJA: Em têkoşîna Mahsa Amînî ji bîr nakin 2022-09-18 14:25:09     AMED - TJA'yê ji bo Mahsa Amînî ya ku ji aliyê polîsên Îranê ve bi hinceta "serê xwe baş negirtiye" hat îşkencekirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da de daxuyanî da û got, "Em têkoşîna Mahsayê ji bîr nakin."   Mahsa Emînî ku di 14'ê Îlonê de ji aliyê 'polîsên exlaq' ve li derketina Stasyona Metro ya Tehrana paytexta Îranê bi hinceta ku serpêça wê ne islamî ye û "nebaş e" hat binçavkirin û di dema binçavkirinê de hatibû îşkencekirin.  Mahsa duh  li Nexweşxaneya Kasrayê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Mahsa ku duh danê nîvro bi balafirê birin Seqqezê, li Goristana Ayçî hat definkirin. Di dema cenaze de leşkerên rejîma Îranê mudaxeleyî gelê ku di dema definkirinê de nerazîbûn nîşan dabûn kir û kesekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniya nivîskî ku da ji malbata Mahsayê re sersaxî xwest.   Daxuyanî bi kurtasî wiha ye:    “Li Tehrana Îranê Mehsa Amînî ji aliyê “polîsên exlaqê” ve bi êşkenceyê hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Mehsayê çalakiyên protestoyî hat lidarxistin û polîsan êrîş bir ser çalakiyan. Li hember vê yeke hat diyarkirin ku hikûmeta Îranê înternet qût kiriye.   Li her deverên cîhanê jin tên qetilkirin. Ev tişt ji aliyê pergala serdest a mêr ve pêk tê. Em qetilkirina jinan ên li tevahiya cîhanê pêk tên, şermezar dikin. Banga têkoşîneke bi rêxistinbûyî dikin. Her wiha em ê wek parêzvanên mafên jinan û rêxistinên jinan şopdarên qetlîamên jinan bin û li dijî kuştina jinan têkoşîna xwe bidomînin."