Leşkerên Azarbeycanê tecawizê jinek leşker kirin û qetil kirin 2022-09-18 14:14:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Jina erman a leşker Asuh Apetyan dîl ketibû destê leşkerên Azerbaycanê. Hat zanîn ku leşkerên Azerbaycanê ji ewil tecawiz li Apetyan kiriye û piştre jî bi îşkenceyê qetil kirine.     Leşkera Ermenistanê jina bi navê Ansuh Apetyan a 36 salî, li Jermukê dîl ketibû destê leşkerên Azerbaycanê. Hat zanîn ku Ansuh ewil leşkerên Azerbaycanê  tecawizî wê kirin û piştre jî bi îşkenceyê hat qetilkirin. Derket holê ku gelek deverên Ansuhê hatibûn parçekirin.    Nûçegihanê France 24’ê Achren Verdian li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bûyer ragihand û ev agahî parve kirin: “Ansuh Apetyan 36 salî û dayika 3 zarokan bû. Li derdora #Jermuk’ê jiyana xwe ji dest da. Leşkerên Azerbaycanê dîmen parve kir û tê de dikenin. Ansuh ji hêla van leşkeran ve hat tecawizkirin (ling û tiliyên wê hatin birîn, çavên wê hatin derxistin).”    Piştî ku dîmen li ser medyaya civakî hatin parvekirin, gelek bikarhinêran bertek nîşan dan. Rayedarên ermen dan zanîn ku Azerbaycanê sûcê şer kiriye û bi vê yekê re hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin.