Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê tê bombebarankirin 2022-09-18 13:26:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk bombardûmana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran kir. Li gorî agahiyan heta niha kesek birîndar bû.   Dewleta Tirk ji saet 07:00 ê vê sibehê û vir ve hawanan diavêje gundê Qeremoxê ku bi 14 kîlometreyî li rojhilatê Kobanê ye. Di êrîşê de Xelîl Bedr (18) birîndar bû.  Gundê Zormixar ê li rojavayê bajêr hat bombebarankirin.   Artêşa Tirk gundên Seyda, Mişêrfê, Cehbel, Fatsa, Hoşan, Dixêlîb û Dibisê yên Eyn Îsayê bombe kir. Di heman demê de gundên Qirunfil, Xirbet Beqer, Bîr Zinar û Evdiko yên Eyn Îsa û Girê Spî hatin bombekirin. Her wiha balafirên keşfê li ser Eyn Îsayê geriyan.   Artêşa Tirk, bi du topan li gundê Cirnikê yê li rojavayê Amûdê xist. Li Qamişloyê jî êriş li ser gundê Til Zîwan û bajarokê Hîmo hate kirin.   Her wiha gundê Rûtal ê li bakurrojhilatê Tirbespiyê ku gundekî Suryaniyan e, hate bombekirin. Gundên Til Tewîl, Tewîla û Eboş ên Til Temirê bi obusan hatin bombekirin. Dewleta Tirk tevî komên girêdayî xwe navenda navçeya Zirganê û bejahiya wê bombe dike.   Komîteya Çalakiyan a Herêma Firatê jî ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk meşa li Kobanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan taloq kirine.