Nobeda Edaletê di roja 559'an de berdewam e 2022-09-18 11:23:28     RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 559’an de jî berdewam kir. Malbatê diyar kir ku heke li welêt kesên ji qanûnan aciz hebin, li wî welatî dozger bêkêr dibin.   Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 559’an de berdewam kir. Ji ber ku edliye di rojên betlaneyê de nayê vekirin, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Malbatê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Heke li welêt kesên ji qanûnan aciz hebin, wê demê dozger bêkêr dibin. Mirov niha bêkêr in, em jî xwe dispêrin edaleta Xwedê ya şaşnebar. Daxwaza me ya ji bo kesên pirsa em dikarin ji bo we çi bikin ew e ku ji bo me dua bikin.”