Rêxistinên sivîl ên Saqizê kuştina Jîna Emînî şermezar kirin 2022-09-17 15:04:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên sivîl ên bajarê Saqizê bi daxuyaniyeke hevbeş kuştina Jîna Emînî şermezar kirin û gotin divê kujer bên cezakirin.    Piştî ku duh Jîna Emîn li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, di nava hemwelatî û çalakvan û rêxistinên sivîl de bû sedemê nerazîbûnan. Jîna Emînî ku di 13’ê îlonê de bi malbata xwe re ji parêzgehên Saqizê ya yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye hatibû Tehranê, bi hinceta ku wê hîcab baş li xwe nekiribû ji aliyê polîsan ve hat girtin. Lê piştî du saetan ji girtina wê, ji ber lêdana polîsan ket komayê û ew bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxanê krîza mejî derbas kir jiyana xwe ji dest da.   Di vê der barê de rêxistinên sivîl ên bajarê Saqizê der barê bûyera Jîna Emîn ku bi navê Mesha Emîn tê nasîn daxuyaniyek hevbeş dan û diyar kirin ku tundîtujiya li hemberî jinan bi hinceta hîcabê Jîna ya 22 salî xelkê bajarê Saqizê ji ber lêdana polîsan jiyana xwe ji dest da û wiha hat gotin: "Em baş dizanin ev ne bûyera yekem û kesa yekem e û ev kiryarên ku bi hincetên cuda yên weke hicab, girtina ciwanan û kuştina wan li Îranê li dijî mirovahiyê ye. Hêrsa malbata Jîna hêrsa me hemuyan e ev kiryar li dijî mirovahiyê ye divê ew kesên ku tawan kirine û bi dijmirovane jina ciwan kuştine werin cezakirin.”   Saziyên ku daxuyaniyê dane;   Encûmena Ferhenga edebî ya mewleya Kurdî ya Saqizê   Encûmena ferhenga Hîwa ya zanista Saqizê   Encûmena komelatiya Çirû ya jinan   Encûmena xwezaparêzên jiyana şînatî ya Saqizê   Encûmena Asxw ya jiyara Saîb