Kuştina Jîna Amînî hat protestokirin: Polîs êrişê girseyê kir 2022-09-17 14:52:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî cenazeyê Jîna Amînî  ya ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin hate veşartin, girse ber bi qaymeqamtiya bajarê Seqizê meşiya. Piştî qêrîna dirûşmeyên li dijî desthilatê alozî di navbera hêzên leşkerî yên Îranê û xwepêşanderan de derket. Hinek welatî birîndar bûn.   Jîna Amînî  (Mehsa) di 13’yê Îlonê de li gel malbata xwe ji bo geştekê serdana peytexta Îranê Tehranê dike. Di dema ku li gel birayê xwe ji metroyê peyar dibe, polîsên hîcabê êriş dikin ser û ji bo sedema parastina xwe dikin, li herduyan didin. Piştre Jîna ji aliyê wan hêzan ve tê binçavkirin û ji malbat û birayê wê re dibêjin, ji bo agahîgirtina li ser keça xwe serdana Navanda Asayîşa Exlaqî ya li riya Weza bikin. Di heman demê de dema veguhestina Mehsayê ya ji bo vê navendê şîddet û îşkenceyê lê dikin.   Li gorî agahiyan Jîna di encama îşkenceyê de piştî çend saetên binçavkirinê rewşa wê xirab dibe û hêzên Îranê ew radikin nexweşxaneyê. Duh piştî nîvro Jîna Amînî li nexweşxaneya Kîsra ya Tehranê jiyana xwe ji dest da. Li gorî dixtorên Mehsa dibêjin ji ber ku derbeyek giran ji serê xwe xwariye jiyana xwe ji destdaye.   Malbata Jîna Amînî e tometên bê laçikbûna Jîna red dikin û diyarkirin ku laçik li serê wê hebû, her wiha ji wan re hatiye ragihandin ku Jîna krîza dil û mejî derbazkiriye. Malbata Jîna li ser mijarê doz li polîsan vekirine. Rêxistina Efûya Navneteweyî (HRW) piştî ku jina Kurd Jîna Amînî  ji ber laçikê polisên Îranê lêdan û piştre jiyana xwe ji dest da, ragihand ku divê bûyer were lêkolînkirin û berpirsên bûyerê werin cezakirin.   Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Rojhilatê Kurdistanê, piştî merasîma cenazeyê jina Kurd Jîna Amînî  (Mehsa Amînî ) ya ku ji ber lêdana polîsên Îranê jiyana xwe ji dest dayî, girse ber bi qaymeqamtiya bajarê Seqizê meşiya. Lê hêzên Îranê mudaxale kirin û li hemberî wan şîdet bikaranî û gule berdan.   Li gorî çavkaniyan hêzên Îranê bi gulebarandinê û gaza îsotê hewldan girseyê belav bike, di encamê de hinek welatî birîndar bû. Yek ji birîndaran birîna wî girane.