Mahsa Amînî ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetilkirin hat definkirin 2022-09-17 11:15:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Mahsa Emînî ku li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, li goristana Ayçî ya parêzgeha Seqqezê hat definkirin. Hate hînbûn ku polîsên Îranê gef li malbata Mahsa xwariye ku ew ê ji tu dezgehên çapemeniyê re neaxivin.   Mahsa Emînî ku 14’ê îlonê saet di 18.30’an de li paytexta Tehran a Îranê di derketina metroya paytext Tehranê de hat binçavkirin û di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyê hat û rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin 2 gurçikên wê têk çûne û dil û mejiyê wê xisar dîtiye.    Mahsa ku îro bi balafirê ji Tehranê birin parêzgeha Seqqezê û li goristana Ayçî hat definkirin. Hate hînbûn ku cenazeyê Mahsa ji bo karên otopsiyê neşandine Saziya Tiba Edlî (ATK) tenê raporên polîsan hatine girtin. Herwiha hat diyar kirin ku polîsên Îranê ve ji malbata Mahsa re hatiye gotin, “Hûn ê di vê mijarê de bi ti çapemenî û dezgehên çapemeniyê re neaxivin, hûn ê merasîmeke mezin li dar nexin” û gef li malbatê hatiye xwarin.   Hat diyarkirin ku Goristana Ayçî ji aliyê gelek polîsên Îranê ve hatiye girtin, malbata Mahsa û gelek jin tevlî merasîma cenaze bûn. Mahsa piştî ku wecîbeyên olî bi cih anîn, bi dirûşmeyên "Bila dîktatorê me bimire", "Kî xwişka me kuştiyê em ê jî wan bikujin" û tilîlî spartin axê.   Li aliyê din piraniya çalakgerên duh êvarê ji bo Mahsa li ber nexweşxaneyê kom bûn hatin binçavkirin.   Malbata ciwanê kurd Ramîn Huseyîn Penahî ku par hat înfazkirin jî bi daxuyaniyekê komkujiyên li dijî ciwan û jinên kurd şermezar kir.