Ji bo Meşa Cûdiyê gelek wesayit li derketina Êlihê kom bû 2022-09-17 11:02:25   ÊLIH - Li dijî birîna daran û talana xwezayê ya li Cûdiyê gelek wesayit li Heskîfê kom bûn û wê girse ji vir ber bi Cizîrê ve bi rê bikeve.    Li dijî qirkirina daran a li Şirnexê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê ber bi Çayê Cûdiyê ve meşê bê lidarxistin. Berî meşê girseya ji Amed, Herêma Serhedê, ji rojava, Êlihê hat ji bo biçe Şirnexê li derketina Êihê hat gel hevdu.    Polîsan wêneyên wesayitê li derketina Êlihê sekinîn kişandin. Parêzerên OHD'ê bertek nîşanî vê yekê dan. Li ser vê yekê polîsan gotin"Ji ber wê ceza bê lêkirin loma plaka hatin kişandin".