Ji bo 16 rojnamegerên kurd ên girtî parêzeran serî li AYM'ê dan 2022-09-17 10:22:05   AMED - Parêzerên rojnamegerên kurd ên di 16'ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin, bi sedema "girtina rojnamegeran derhiqûqî ye" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.    Di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û di 16’ê Hezîranê de jî 16 rojnameger hatin girtin. Parêzerên rojnamegeran, ji ber girtina rojnamegeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Di serlêdana parêzeran de hat destnîşankirin ku girtina rojnamegeran derhiqûqî ye, rojnamegerên kurd ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên girtin û ev yek jî tê wateya binpêkirina mafên ewlehî û azadiya raman. Her wiha parêzeran diyar kir ku êrişên heyî bi mebesta bêdengkirina çapemeniya kurd û bisînorkirina qada nîqaşên siyasî tên kirin û rewa nînin.