Sewsen Şoman: Dewleta Tirk 'mafê hêviyê' bin pê dike 2022-09-17 10:20:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgera hiqûqî ya lubnanî Sewsen Şoman da zanîn ku desthilatên Tirkiyê hewl dide bi rêya ferzkirina tecrîdê fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biçewisîne û got: "Dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan, ji wan jî qanûna 'mafê hêviyê' bin pê bike û bi biryara darvekirina zindî guhert."   Di 7’ê tebaxê de, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek da, tê de hate gotin: "Ji 3 salan ve muwekilên me sûd ji mafên xwe yên ku di qanûnên herêmî û navneteweyî de hatine destnîşankirine negirtine. Hemû daxwaznayên hevdîtinê ku parêzeran di 27’ê tîrmeha 2017’an û 2’yê 2019’an de pêşkêş kirine, bi awayekî derqanûnî hatin redkirin."   Çalakgera hiqûqî ya lubnanî û berdevka Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan Sewsen Şoman li ser doza ferzkirina tecrîdê ya li ser dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ajansa ANHA'yê re axivî.    Sewsen, diyar kir ku tecrîd ragirtina dermirovî ye ku desthilatên Tirkiyê ferz kir û girantir dike û wiha axaftina xwe domand: "Her wiha hewl dide her carê bêyî bingehên qanûnî vê tecrîdê nû bike. Desthilata Tirk bi rêya vê tecrîdê rêber Ocalan ji hemû mafên mirovan bê par hiştiye. Desthilata Tirkiyê hewl dide fikrê ronakbîrî ku banga jiyana hevbeş, hevqebûlkirin û pêkanîna mafên nasname, ziman, hebûn û baweriyê dike, têk bibe. Rejîm ji vê fikrê û berbelavbûna wê ditirsin, ji lew re bi hemû rê û rêbazan hewl didin van fikreyan qels bikin. Ji ber ev fikir li ser rejîmên xwedî zihniyeta totalîrîst xetere ye.   Tecrîd berdewama komploya navneteweyî ye   Tecrîda li ser rêber Ocalan berdewama komploya navnetweyî ye ya ku di 1999’an de dest pê kiriye. 'Ger em mijarên tecrîdê lêkolîn bikin, derqanûnî û dermirovî ne. Rêbertî mîna girtiyekî siyasî ne xwedî tu mafan e. Binpêkirin gelek in, darizandina şeklî, destgîrkirina demdirêj a li gel dezgehên îstîxbarata Desteya Erkana Giştî û Hêzên Taybet a dûrî Wezareta Edaletê, bêparhiştina wî ji mafê têkiliyên bi derve re  û tecrîda girankirî. Ev hemû li dijî peymana navneteweyî ya taybet bi mafên siyasî û civakî ne bi taybet madeyên 7 û 10’an e. Her wiha binpêkirinên mafên girtiyên siyasî yên wergirtina agahiyan, qedexekirina serdanan  û hevdîtinan bi parêzeran re hene.   Mafên girtiyan tê binpêkirin    Desthilata Tirk gelek mafên din ên girtiyan bin pê dike. Ji wan; mafê dayîna îfadeya xwe di demeke nêzîk de, mafê xweparastin û xwestina parêzeran, her wiha mafê wergirtina agahiyan li ser mafên xwe, mafê peywendiya bi cîhana derve re, mafê agahdarkirina malbatê bi cihê xwe û mafên serdana malbatê. Li gorî rêgezên têkildarî girtiyan, mafê girtiyan heye ku malbata xwe bibîne.   Ev maf di gelek mîsaqên navneteweyî de hatine nivîsandin; mîsaqên NY’yê yên Cinêvê, Peymana navneteweyî ya taybet bi mafên sivîl û siyasî, peymana têkoşîna li dijî tundiyê û hwd ji binpêkirin an jî cezayên tund û dermirovî, peymana navneteweyî ya parastina hemû kesan ji revandina bizorê, her wiha koma rêgezên girêdayî parastina hemû kesên rastî çi şêweyên ragirtin û girtinê tên.   'Cezayên disîplînê' hincet nîşan didin   Desthilatên Tirkiyê bi ferzkirina 'cezayên dîsplînê' li ser rêber Ocalan hincet digirin, da ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a ji nû ve darizandinê pêk neyne û biryara mafê hêviyê pêk neyne. Mafê hêviyê mafeke ku DMME’yê daye mehkumê cezaya muebedê ku li gorî wê dibe rojekê were berdan. Di çarçoveya xala 3'yan ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de nêzîkatiyeke xerab e ku girtiyê ku cezayê xwe di girtîgehê de derbas bike bêyî ku hêviya rojekê were berdan hebe, lew ra weke şertekî rêzgirtina ji rûmeta mirovî re mafê wî/ê yê hêviyê heye.   Ji 'mafê hêviyê' bê par e   Ji bo ku cezayê girtina muebet a giran nebe nêzîkatiyeke xirab, îhtîmala ji nû ve lênihêrîna cezayê têkildar, her wiha îhtimalên rawestandin an jî paşxistina pêkanîna ceza, serbestberdana bi şert diyar kir an jî efûkirin hene. Hikumeta Tirkiyê eşkere ragihand ku Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bê par e. Bi wê yekê hewl dide astengiyê li moralên vî rêberî û li gelê wî bike, mîna ku dibêje biryarek veger jê tune ye ku darvekirina zindî ye, daye.   Kiryarên hikûmetê yên berê ên Osmaniyan e    Kiryarên ku desthilatên Tirkiyê li dijî rêber Ocalan dimeşîne, dikevin çarçoveya siyasetên tecrîd, çewisandin û hegemoniyê. Ne dûr e ev kiryarên hikumeta Tirkiyê yan jî desthilata Osmanî ya berê ne, ji zû de vê desthilatê nêrîn asteng kirin, pênûsên muxalefetê şikandin û xwedî yek biryarê ye û ew yek ji bo ferzkirina desthilata xwe ya siyaseta tecrîd û çewisandinê bi kar anî. Dewleta Tirk rojekê jî ne dewleteke pêşwazker û pirnasnameyî bû, mîna dewletên xwedî rêveberiyeke demokratîk ya hevbeş.   Bandora Ocalan kêm nebû ye   Kiryarên dawî yên êrişên tund ên li dijî herêmên kurdan û girtina alîgirên PKK’ê vê nîşaneyên vê yekê ne, li aliyekî din jî dewleta Tirk li dijî her kesê ku banga mafên xwe yên hebûn, ziman û nasnameyê dike bi terorê û destekdayîna terorê bi nav dike. Ger desthilatên Tirkiyê bibîne ku bandorê rêber Ocalan li gel kêm bûye û tune ye, wî kêliyekê jî girtî nahêle û wê tecrîdê bi dawî bike, lê tevî hemû zextên ku pêk tîn bandora vî fîlozofî li ser gel wî zêde dibe.   Fikrên Ocalan bi awayekî zêde belav dibin   Tundiya li ser rêber Ocalan girêdana di navbera rêbertî û gel de zêde dike. Fikrên rêber Ocalan qeydên hemû celadên girtîgehê dişikînin û bi awayekî zêde belav dibin. Ev fikr ne tenê di nava Gelê Kurd de, lê di mejiyê her kesê ku bi azadiyê difikire de û ji bo xwe îsbatkirin û nasmeyê li ber xwe dide, pêk tê. Min fikrê rêber Ocalan û ew di girtîgehê de ye nas kir; te bi jineolojiyê ez azad kirim û bi Manîfîstoya Şaristangiya Demokratîk ez dewlemend kirim, wê demê min nas kir ku çima ewqas ev gel bi rêberê xwe ve girêdayî ye. 23 sal di ser girtina rêbertî re derbas bûn, lê bi fikir û sîstema ku daye rûniştandin, di nav me de zindî ye."