Nobeda Edaletê di roja 113'an de ye 2022-09-15 14:58:31   ÎZMÎR - Xizmên girtiyên nexweş di roja 113'emîn a roja Nobeda Edaletê de li Edliyeya Bayrakliyê hatin gel hevdu û gotin heta girtiyê nexweş bên berdan ew ê têkoşîna xwe bidomînin.    Xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê dest Nobeda Edaletê kiribûn. Xizmên girtiyên nexweş di roja 113'emîn a roja Nobeda Edaletê de li Edliyeya Bayrakliyê hatin gel hevdu û gotin heta girtiyê nexweş bên berdan ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Rêxistinên HDP'ê yên li Çeşme û Ûrlayê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên  "Heq hiqûq edalet","Jin jiyan azadi" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.    'Mafya li derve ye girtiyên nexweş li hundir in'   Dayika Medet Sever ê di Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê de Hanin Sever da zanîn ku girtiyên nexweş nikarin li xwe binêrin û got:"Bila ne yên serê çiyê ne jî leşker bimirin ne jî ji girtîgehan cenaze derkevin. Bila aştî pêk bê û ev xwîn bisekine. Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome. Mafya, diz, yên tiryakê difiroşin giş li derve ne lê girtiyên nexweş li hundir in. Zarokên me tiştek nekirine. "   'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Hanimê da zanîn ku ew ê wekî kurdekê dev ji axaftina bi zimanê dayikê bernedin û got:"Em çawa bi tirkî dizanin bila ew jî bi kurdî bizanibin. Heta girtiyên me yên nexweş berdin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wekî her kesî heqê me jî heye. Cenazeyên me perçe dikin û di qutuyê de didin me."   Piştî axaftinan nobed bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.