Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket 2022-09-15 11:30:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi berga "Bê pere, wekhev, bi zimanê dayikê perwerde" hat weşandin.    Hejmara 46'emîn a Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya ji 15 rojî carekê derdikeve bi sernava "Bê pere, wekhev, bi zimanê dayikê perwerde" hat weşandin. Di hejmara nû de jinan bal kişandin ser mijarên zayendperestî, cihêkarî û xizaniya di kampusan a sala nû ya perwerdeyê de.    Her wiha jinan bal kişandin ser mijarên têkoşîna jinê ya li dijî zayendperestî û destdirêjiyê. Di heman demê jî mijarên mîna kurtaj, girîngiya zimanê dayikê bûn mijara jinan.