Ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegeran re wê li 5 bajaran daxuyanî bê dayin 2022-09-15 11:21:17     AMED - Bi armanca piştevaniya bi 16 rojnamegerê kurd ên li Amedê girtî wê MKGP û DFG li 5 bajaran çalakiyan li dar bixin.    Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) wê ji bo 16 rojnamevanên di 8’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin û di 16 Hezîranê de hatin girtin ku Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî di nav de dê li 5 bajaran çalakiyan li dar bixin.    Wê name û pirtûk bên şandin   Wê li Amed, Wan, Mêrsîn, Stenbol û Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê bê dayin, piştre name û pirtûk ji rojnamegeran re bê şandin. Dê li Wan û Amedê saet di 11.00'an de daxuyanî bê dayin. Li Mêrsînê saet di 10.00'an de li Stenbol û Enqereyê jî saet di 14.00'an de dê daxuyanî bên dayin.