ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-15 09:00:00     *Endama rêveberiya MED TUHAD – FED’ê parêzer Aslihan Buluthan derbarê nêzîkatiyên keyfî yên li ser girtiyên siyasî têne meşandin nirxand û ev agahî parve kir: “Weke rêbazek a tecrîdê girtîgehên tîpên S û L tên belavkirin. Girtî ji hev û ji malbata xwe tên dûrxistin û îzolekirin. Jimara van girtîgehan jî di nava 81 bajaran de 113'yan derbas dike. Ev girtîgeh li cihên dûr û ragihandina wê zehmet de hatine çêkirin. Malbat jî neçarê rêyên dûr û xirab tên hiştin. Bi vê re civakak tê tecrîdkirin.” DÎMEN HEYE   *Nûnerên Tifaqa Azadî û Kedê diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka qirkirina jinê, ya ekolojî û pirsgirêka Kurd ‘Rêya Sêyem’ ferz e û banga têkoşîna hevpar li hemû kesî kirin. DÎMEN HEYE   *Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç, diyar kir ku eleqeya li hemberî xebat û kursên ziman zêde ye û got: "Em bi xebatên xwe dixwazin zimanê kurdî bidin hînkirin, xwendin û nivîsandin. Em bang li herkesî dikin ku xwedî li ziman derkevin. Bi taybetî jî divê dayik û bav bi zarokên xwe re kurdî biaxivin." BI DÎMEN   *Ekolojîsît bi armanca balê bikşînin ser talana xwezayê ya Colemêrgê û qirêjiya perava Gola Wanê  lêkolîn û çavdêrî kirin û diyar kirin ku wê di 17’ê îlonê de li dijî hilweşîna Cudî meşekê pêk bînin. Ekolojîstan bang li hemû welatiyan kirin ku di meşê de cihê xwe bigirin. DÎMEN HEYE   *Jinên li bajarokê Gundikêmelê yê di nav sînorê Çiyayê Cûdî de cih digire û lê birîna daran berdewam dike, destnîşan kirin ku bi birîna daran hem xwezayê wan hem jî şêwaza jiyana wan tê talankirin û wiha gotin: “Bi darên me gelek qerekol û kalehkol çêkirin û her derê herêma bi wan qareqol û kalehqolan dorpêç kirine. Ne tenê kesek an jî deh kes divê her kes li dijî vê qirkirina xwezayê û talanê bibe yek û dengekî topyekûn were derxistin.” DÎMEN HEYE   *Lijneya Giştî ya 67’emîn a Baroya Enqereyê wê di 8-9’ê cotmehê de pêk bê û yekane namzeta jin Sevînç Hocaoglullari balkişand ser modela baroya demokratîk û got: “Em ê baroyeke ku zêdetir mafê gotina jin û ciwanan derbasdare bikin jiyanê.” BI DÎMEN    *Semra Turkan a êrişa nîjadperest lê hat kirin û bi tecawizê gef lê hat xwarin diyar kir ku dema îfadeya wê li Qereqola Cendermeyê ya Încirliovayê hatiye girtin mafê parêzer jê nehatiye pirsîn. Semrayê derbarê rojnameya Aydinlikê jî got:"Hûn çima gundiyan diparêzin? Li gel mafdaran bisekinin, neheqiyê nekin ji rêzê." DÎMEN HEYE