Çalakvana rojiya mirinê Sîbel Balaç di nav 7 rojan de 3 kîlo da 2022-09-15 08:46:41     ENQERE - Sîbel Balaç ji bo darizandineke adilane 270 roj in di rojiya mirinê de ye. Rewşa Sîbelê ber bi xirabûnê ve diçe û di nav 7 rojan de 3 kîlo da.    Sîbel Balaç di 29'ê kanûna 2021'ê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo "darizandineke adilane" dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Parêzera wê Ceren Yilmaz di 6'ê îlonê de îtîraz kir û di 7'ê îlonê de Sîbel sewkî Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqerê kirin. Sîbela ku ji bo lêkolînê rakirin nexweşxaneyê daket 38 kîloyan. Parêzerên wê derbarê rewşa wê de daxuyaniyek dan.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rewşa Sîbelê her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Bêyî daxwaza xwe li nexweşxaneyê tê girtin. Divê demildest rapora derbarê Sîbelê de bê aşkerakirin. 7 roj in ji bo rapora tenduristiyê li nexweşxaneyê te girtin. Di nav 7 rojan de 3 kîlo da û kîloya wê daket 38'an. Ev tişt rewşa xeterê nîşan dide. Sîbel bi vê rewşa xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Em dixwazin demildest rapor bê aşkerakirin."   Buroya Hiqûqê ya Gel jî derbarê rewşa Sîbelê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Rewşa Sîbelê xeter e. Divê duh hemû tehlîl xilas bibûna. Lê heta îro jî berdewam dike û Sîbel ji ber vê rewşê gelek betilî. Em daxwaz dikin ku nexweşxaneya lêkolînê demildest rapora xwe aşkera bike ku sewka wê ya Saziya Tiba Edlî (ATK) bê kirin ku dozgerî darizandinê taloq bike."