Li Manîsayê li dijî êrişa nîjadperest bertek hat nîşandan 2022-09-15 08:45:21     MANÎSA - Rêxistina HDP'ê ya Manîsayê ya bertek nîşanî êrişa nîjadperest a li dijî welatiyên kurd a li Aydinê wiha got:"Ne kesên civakê ji hev dûr dixin kesên aştiya civakî diparêzin wê bi ser bikevin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manisayê têkildarî êrişa li dijî welatiyên kurd a li Aydinê li ber Rêxistina HDP'ê ya Saruhanê daxuyanî da. Parlamentera Îzmîrê Serpil Kemalbay û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bû.    Hevseroka HDP'ê yê Saruhanê ya berê Hasret Çetin a daxuyanî xwend da zanîn ku ji ber zimanê cudaker ê îktidarê êrişên nîjadperest tên kirin û got êrişa li dijî welatiyên kurd ne munferît sîstematîk e.    'Kesên aştiya civakî biparêzin wê bi ser bikevin'    Hasretê bi lêv kir ku kesên aştiya civakî biparêzin wê bi ser bikevin û got:"Wekî her demê îro jî em ê aştiya civakî biparêzin, wekheviya gelan biparêzin. Em bang li her aliyê civakê dikin ku xwedî li aştiyê derkevin. Ne kesên civakê ji hev dûr dixin kesên aştiya civakî diparêzin wê bi ser bikevin."   Binpêkirina mafê jiyanê    Piştre Parlamentera Îzmîrê Serpil Kemalbay mafê axaftinê girt û got:"Ger dewlet nikaribe ewlehiya canê gel biparêze, wê demê wê çi bike? Dema em daxuyaniyê didin bi dehan polîs tên lê belê çima ji bo welatiyên êriş li wan hat kirin polîs neçû? Ev binpêkirina mafê jiyanê ye."