'Bêdengî hevpariya veguhertina welêt a girtîgehê ye' 2022-09-14 15:24:50     ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya li ber Girtîgeha Kiriklarê de Musa Piroglu yê HDP'yî da zanîn ku bêdengî hevpariya sûc e û got:"ATK, rêveberiyên girtîgehan, Wezîrê Dadê hevparên van cinayetan e."   Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê xizmên girtiyan ji bo girtiyên neşxweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan, dabûn destepêkirin di roja 112'an de ye. Musa Piroglu yê HDP'yî, Rêxistina HDP'ê ya Aydin, Balçova û Çigli beşdarî çalakiyê bûn.    'Bila girtî bên berdan'   Dayika Aştiyê û dayika Deniz Poyraz, Fehime Poyraz wiha got:"Divê girtî hemû bên berdan. Aysel Tugluk niha di girtîgehê de di nava şerd û mercên zehmet de ye. Bila tecrîd rabe. Girtiyên me dixin hucreyan. Em wekî Dayikên Aştiyê li dijî van sepandinan e. "   'Bêdengî hevpariya veguhertina welêt a girtîgehê ye'   Musa Piroglu yê HDP'yî, diyar kir ku girtiyên nexweş bi zaneyî ber bi mirinê ve tên kaşkirin û got:"Bêdengî hevpariya veguhertina welêt a girtîgehê ye. Îmrali û girtîgeh pirsgirêka bingehîn a welêt e."   Daxuyanî bi lîrandin û dirûşmên "Heq hiqûq edalet"û"Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.