Ji bo meşa ber bi Cûdiyê ve li Amedê daxuyanî hat dayin 2022-09-14 13:54:58   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî meşa wê ber bi Cudîyê ve were lidarxistinê li avahiya SES’ê daxuyanî da.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê têkildarê meşa di 17’ê Îlonê de bi şiyara “Li Dijî Xirakirina Şer û Talanên Xwezayê Em Dimeşin” ya ber bi çiyayê Cudî ve tê lidarxisitin li avahiya SES’ê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê berdevkê platformê Samet Ucaman ve hate xwendin.   Samet talanên xwezayê yên li her deverê pêk tên bi bîr xist û got: “Ji bo qadên rantê ava bikin şewatên daristanan û bi zanebûn xirakirina daristanan di rojevê de ye. Bi hinceta ewlehiyê daristan têne xirakirin, pêşeroja me mixabin tê talankirin. Komeleyên rayedar di vê mijarê de tiştên pêwîst ranagihînin û raya giştî agahdar nakin. Berpirsyar rayedar in û ji ber karê xwe xirab dane bikaranîn dikarin gilîdar bin. Xwedî li axa xwe, xwezaya xwe, pêşeroja xwe, daristana xwe derketin berxwedanek ya mirovatiyê ye. Em li hember hemû qirkirinên xwezayê yên tênkirin. Em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.”