KON-MED'ê ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bang kir 2022-09-14 13:35:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Konfederasyona Civake^n Kurdistaniye^n li Elmanyayê (KON-MED) ji bo tevlêbûna Festîvala 30’emîn a Çanda Kurd a Navneteweyî bang kir.   Konfederasyona Civake^n Kurdistaniye^n li Elmanyayê (KON-MED) ji bo tevlêbûna Festîvala 30’emîn a Çanda Kurd a Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. KON-MED’ê diyar kir wê festîvala îsal bi şîara ‘Ji Kurdistanê re statu, ji Rêber Apo azadî re’ were lidarxistin.    Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:   “30’Yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê di 17’ê Îlonê de li bajarê Landgraafa Hollandayê were lidarxistin. Em li benda gelê xwe yê  li Elmanyayê, li benda hemû gelên şoreşger û demokrat in.   30’Yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî helwesta gelê me yê li Ewropayê, wê polîtîkayên li dijî qirkirinê bîne ziman. Ev festîvala ku wê gelê me yê ji çar parçeyên Kurdîstanê li hev bicivîne, tê wateya helwesteke yekgirtî ya li dijî dagirkeran û hevkarên li ser xaka me.  Gelê me yên ku ji tevahîya Ewropayê tên wê bi ruhê serhildanê helwesta xwe, ya li dijî polîtîkayên qirkirinê nîşan bidin. Bi deh hezaran kesên ku wê beşdarên Festîvala çanda Kurdîstanî bibin. Em bang li  hemû kesên  ku li dijî qirkirina çandî û alîgirê aştî û demokrasiyê dikin, werin em bi hev re  ji bo azadîya Rêbertîyê dengê xwe bilind bikin.    ‘Ji Kurdistanê re statu û ji Rêber Apo re azadî’    Bi şîara ‘Ji Kurdistanê re statu û ji Rêber Apo re azadî’ wê ji bo gelên me bibe vîna azadîyê. Gelê me wê bi coş û tevlîbûneke mezin bi dost û hogirên xwe beşdarî festîvalê bibin.   Li ser vê bingehê federasyon, meclîs û hemû pêkhateyên KON-MED‘ê wê bi coşeke mezin beşdarî 30’emîn Festîvala Çanda Kurd bibin. Ji bo gelê me li tu derê li erdê nemîne divê hemî sazîyên me bi awayekî rêk û pêk plansaziya xwe dikin.   Weke KON-MED em di serî de bang li gelê xwe yên welatparêz, her wiha kesên şoreşger, demokrat û aştîxwaz dikin ku bi awayekî girseyî û xurt werin qada festîvalê.