Ji ber asansor hat girtin girtiya nexweş nikare biçe revîrê! 2022-09-14 10:42:42       STENBOL - Girtiya nexweş Fatma Tokmak ku ev 22 sal in li girtîgehê di bin şerdên giran ên tecrîdê de ye, ji ber asansora bar a destûr dihat dayin girtî bi kar bînin ji aliyê îdareyê ve hat girtin girtiyên bi nexweşiya giran nikarin herin revîr û nexwşexaneyê. Her wiha nikarin derkevin hevdîtinê jî.    Fatma Tokmak a di 1996'an de li Kocaeliyê hat binçavkirin û 20 rojî bi zarokê xwe yê du sal û nîvî yê bi navê Azad re bi îşkenceyê rû bi rû ma ev 22 sal in li girtîgehê tê girtin. Fatmayê bi nexweşiya dil a giran e, ji ber xwîn naçe dilê wê loma divê ji hefteyê carekê xwîna wê bê guhertin, her wiha bi nexweşiya şekir e û di warê girtina hilmê de zehmetiyê dibîne. Fatmayê di bin şerdên giran de tê hiştin û bi binpêkirina mafan rû bi rû tê hiştin.    Îdareyê asansor girt!   Fatmayê ji ber nexweşiya xwe di meşê de zehmetiyan dibîne. Ji ber vî hawî asansor bi kar dianî lê belê asansora li girtîgehê ji aliyê îdareya girtîgehê ve hat girtin. Ji ber nêzî 5 meh berê asansor hat girtin loma Fatmayê gelek zehmetiyan dibîne.    Bi zorê Fatmayê ji dirênceken hildikişe    Ji ber asansor hat girtin Fatmayê nikare dirêncekan hilkişe. Parêzerên çûn Fatmayê dîtin diyar kirin gelekî bi zorê Fatmayê ji dirênceken hildikişe, nikare biçe revîrê. Fatmayê her çiqas serî li Wezareta Dadê dabe jî hîn bersiv jê re nehatiye. Her wiha di vî warî de ew ê hewldanên parêzeran ên di aliyê hiqûqê de bidomin.  Hemû serlêdan hatin redkirin   Parêzerên Fatmaya ku li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê tê girtin, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, Jiyan Kaya, Jiyan Tosun têkildarî taloqkirina înfazê gelek serlêdan kiribûn. Fatma dîsa jî nehat tehliyekirin.      Bêyî xeberê bidin şandin ATK'ê   Piştî du salan di meha gulana borî de bêyî ku ji Fatmayê re bê gotin ew birin ATK'ê. Di 2020'î de parêzer dema ji ber pandemiyê tehliyeya Fatmayê dixwazin wê demê hîn dibin ku Fatma birine ATK'ê. Fatma dema di 12'ê Çileyê de çûbû nexweşxaneyê li vir jî cendermeyê ew bi zorê bi nivîsanan kelepçe kiribû û bi vî hawî Fatmayê îşkence dîtibû.