'Rewşa çalakvana rojiya mirinê Sîbel Balaç di xeterê de ye' 2022-09-14 10:08:22     ENQERE - Çalakiya rojiyê mirinê ya Sîbel Balaç 269 roj in didome. Sîbela ku ji bo darizandineke adilane dest bi çalakiyê kiribû daket 39 kîloyan.    Sîbel Balaç di 29'ê kanûna 2021'ê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo "darizandineke adilane" dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Parêzera wê Ceren Yilmaz di 6'ê îlonê de îtîraz kir û di 7'ê îlonê de Sîbel sewkî Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqerê kirin. Sîbela ku ji bo lêkolînê rakirin nexweşxaneyê daket 39 kîloyan.    Buroya Hiqûqê ya Gel, derbarê rewşa Sîbelê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Sîbel di nav şertên ne paqij de dijî. Niha Sîbel li nexweşxaneyê di koguşa girtiyan de dimîne. Ode bê hewa ye, bêhna tualetê tê û hicreyeke ne paqij e.   Rewşa Sîbelê ji ber ku ne baş e me ji bo sewkê serî li Saziya Edlî ya Tib (ATK) da û her wiha me xwest bê berdan. Lê piştî ku Sîbel birin nexweşxaneyê kîloya wê daket 39'an. Ji roja 6'ê îlonê ve gelek tehlîlên wê hatin kirin. Ji ber van sedema gelek betiliye û bêtir kîlo daye. Hem ji lingê xwe û hem jî çîpê xwe hîsnake û di nav devê wê de jî birîn derketine holê. Li gorî agahiyên ku herî dawiyê me girtin tehlîl dê roja çarşemê ango îro bi dawî bibe.    Rewşa Sîbelê her roja ku derbas dibe dikeve xetereyê û bi vî rengî nikare di girtîgehê de bimîne. Divê nexweşxaneya lêkolînê demildest rapora xwe aşkera bike. Her wiha divê sewkî ATK'ê bê kirin."