'Netedawîkirina girtiyên nexweş nayê qebûlkirin' 2022-09-13 15:49:48     ÎZMÎR - Malbatan di roja 111'an a Nobeda Edaletê ya li ber Baroya Îzmirê de banga berdana Aysel Tugluk û hemû girtiyan kirin. Malbatan gotin:"Ey Wezareta Dadê ka edaleta te?"   Nobeda malbatên xizmên girtiyan a ji bo girtiyê nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan di roja 111'an de li ber Baroya Îzmîrê didome. Xizmên girtiyan ên beşdarî nobedê bûn berdilkên bi nivîsên "Bibin dengê zindanan","Bila girtiyên nexweş bên berdan" li xwe kirin. Rêxistina HDP'ê ya Foçayê pişthgirî da nobedê.    Hevseroka HDP'ê ya Foçayê Mukaddes Işik da zanîn daxwaza dayikan ew e ku zarokên wan bên tedawîkirin û got netedawîkirina girtiyên nexweş nayê qebûlkirin.   Rêvebera HDP'ê ya Foçayê Remziye Baltaş da zanîn ku divê Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bên berdan û got ey Wezareta Dadê ka edaleta te?