Malbatên girtiyan: Eger piçek wijdanê we hebe hûn ê edaletê pêk bînin 2022-09-13 13:22:11   AMED - Malbatên girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê Nobeda Edaletê domandin û gotin:"Eger piçek wijdanê we hebe hûn ê edaletê pêk bînin."   Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine taloqkirin di roja 301'an de li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D ya Amedê nobeda xwe ya edaletê domandin. Malbatan di nobetê de ji bo zarokên xwe dîsa bang li Wezareta Dadê kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan.    'Êdî girtiyên nexweş ên li ber mirinê berdin'   Dayika girtiye nexweş Civan Boltan, Nazime Boltan a di nobeta de axivî, diyar kir ku nobeda wan ketiye meha 11’yan. Nazime anî ziman ku heta niha tu daxwazên wan ne bi cih nehatine û tên paşguhkirin. Nazime, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em tiştekî zêde ji we naxwazin. An zarokên me yên nexweş tedawî bikin an jî berdin em ê tedavî bikin. Em dîsa bang li Serokkomar û Wezîrê Edaletê dikin ku bila edaletê pêk bînin. Nexweşên me bila bînin cîhên nêz. Ji ber ku ez nikarim herim ba zarokê xwe yê nexweş ev 5 sal in min zarokê xwe nedîtiye. Eger piçek wijdanê we hebe hûn ê edaletê pêk bînin. Ez zarokê xwe ne bînim jî ez ê hetanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê têkoşîna xwe bidomînim. Êdî girtiyên nexweş ên li ber mirinê berdin.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Heq hiqûq edalet” bi dawi bû.