Li Sûdanê 7 milyon zarok ji perwerdehiyê bêpar in 2022-09-13 11:39:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi daxuyaniyeke hevpar a bi navê Save the Children destnîşan kir ku li Sûdanê ji her sê zarokên ku di temenê çûyîna dibistanê de ne, yek jê naçe dibistanê.   Rêxistinên alîkariyê hişyarî didin ku li Sûdanê nêzî heft mîlyon zarok perwerdehiyê nabînin, ev yek xetereya felaketek nifşan e.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dema belavbûna vîrusa koronayê de rewşa civakî û aborî ya xirab, pevçûnên dubare û girtina dibistanan, rê li ber gihandina perwerdeyê digire. Her wiha banga vekirina dibistanan û peydakirina derfetên perwerdehiya alternatîf ji bo zarokên ku salên dirêj ji xwendinê dûr ketine hat dayîn.   Nûnerê UNICEF'ê yê Sûdanê Mandeep O'Brien di daxuyaniyê de wiha got: "Tu welatek nikare barê sêyeka zarokên xwe yên di temenê dibistanê de prensîbên xwendin û nivîsandinê nezane hilgire. Perwerde ne tenê mafek e, di heman demê de mafek jiyanê ye.”   Di Hezîranê de, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku sê yeka serjimara Sûdanê bi ne ewlebûna xurekê re rû bi rû ye.   Berî niha UNICEF di daxuyaniyeke hevbeş de ligel sê rêxistinên alîkariyê piştrast kiribû ku “8.2 milyon ji wan kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye jin in, û 7.8 milyon jî zarok in.”