Semra Guzel di hucreya yekesî de tê girtin 2022-09-13 10:51:26     Marta Somek   STENBOL - Semra Guzel a ku ji roja hatiye girtin heta îro di odeya yekesî de tê girtin wiha got:"Li dijî polîtîkayên tecrîd, tundî û îşkenceyê moralê min baş e, ez silavê ji bo her kesên têkoşer dişînim."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel a wekî hedef hat nîşandin, destnedayina wê hat rakirin û demildest ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve lêpirsîn hat destpêkirin, di 2'yê Îlonê de li Stenbolê hat binçavkirin. Semrayê di 3'yê îlonê de ji aliyê dadgehê ve hat girtin û ew birin Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî).    Serî li dijî îşkenceyê netewand   Berî polîs Semrayê bibin edliyeyê ji bo kontrola tendirustiyê ew biribûn nexweşxaneyê. Li vê derê du polîsan xwestin serê Semrayê bitewînin, porê wê kişandin û destên wê berovajî kelepçe kirin. Tundî û îşkence bi vî hawî li Semrayê hatibû kirin. Raya giştî û cîhanê bertek nîşanî vê êrişê dan. Jinan ev yek wekî polîtîkayeke "taybet" a li dijî jinan pênase kirin. Jinan diyar kirin ku ew li kolanan û meydanan Semrayê bi tenê nalên û gotin Semra îradeya Gelê Kurd e.    Di odeya yekesî de tê hiştin   Hat hînbûn ku Semraya di 3'yê Îlonê de hat girtin di odeya yekesî de di bin tecrîdê de tê girtin. Parêzerên Semrayê anîn ziman ku di bin şerdên "normal" de divê di nava du sê rojan de divê Semrayê bigirtina qawişê lê belê ji roja hatiye girtin di odeya yekesî de tê girtin. Semrayê têkildarî mijarê ji îdareya girtîgehê re daxwazname şand lê belê rêveberiya girtîgehê lê venegeriya.    Dê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin   Parêzeran diyar kirin ku ger bersivek ji bo daxwaznameyê neyê dê li ser daxwaza Semrayê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin.    Ji bo her kesî silav şand   Semrayê ji girtîgehê ev peyam şand:"Li dijî polîtîkayên tecrîd, tundî û îşkenceyê moralê min baş e, ez silavê ji bo her kesên têkoşer dişînim."