Li Kampa Holê jineke Êzidî hat rizgarkirin 2022-09-13 10:18:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Holê ya operasyona 'Ewlehî û Mirovî' lê didome jineke  din a Êzidî hate rizgarkirin.   Li gorî ajansa ANHA'yê, di roja 20'î ya operasyonê de hêzên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jineke din a Êzidî rizgar kirin.   Di 3'yê Îlonê de jî jin a Êzidî Wefa Elî Ebbas ku 9 salî bû ji Şengalê hatibû revandin, ji aliyê YPJ'ê ve hatibû rizgarkirin.   Wefa Elî Ebbas doh radestî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hatibû kirin û li Xanesorê gihîşt malbata xwe.   Pêngava 'Ewlehî û Mirovî' ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya hêzên QSD, YPG û YPJ'ê di qonaxa duyemîn de dewam dike.