ROJEVA 13'ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-13 09:00:00     *Dayikên girtiyan diyar kirin ku girtiyên sîyasî bi pêkanînên 12’ê Îlonê re rûbirû ne û ev tişt gotin: “ Li hemberî girtiyan bi awayê kêfî tevdigerin û di bin tecrîdê de tên hiştin. Girtî ji hemû mafên xwe bêpar hatine hiştin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, destnîşan kir ku daraz îro bûye pêlîstoka desthilatdariyê û got: "Ji berê heta îro mekanîzmayên darazê parastina mêran kiriye û li hemberî siyasetmedarên kurd jî biryarên siyasî dane. Lê belê em ê li hemberî wan polîtîkayan li ber xwe bidin."  BI DÎMEN    *Rojnameger-nivîskar Încî Hekîmoglu da zanîn ku rojnamegerên ku her tim zext li ser hene rojnamegerên kurd in û desthilatdarî û sendîkayên ku sedema bêdengiya rayagiştî ye divê biguherin. BI DÎMEN