Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdê bang hat kirin 2022-09-12 18:22:43   AMED - Tora Ziman û Çand Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî,  ji bo kurdî bibe zimanê perwerdê daxuyaniyek dan û da zanîn ku zimanê tirkî li zarokan tê ferzkirin û bang hat kirin ku di dibistanan de perwerda zimanê kurdî jî bê dayîn.    Tora Ziman û Çand Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, bi dirûşmeya "Bila Zimanê Kurdî bibe Zimanê Perwerdê" li Parka Koşuyolu ya navçeya Rêzan a Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Egîtîm-Sen, endam û rêvebirên HDP’ê yên Amedê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de dovîzên wek "Her zarok divê bi zimanê xwe perwerde bibe", "Em perwerdehiya zimanê dayîkê dixwazin", "Perwerdeyê bi ziwanê maye heqê heme şaran o" hatin rakirin û pankarta "Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê" hat vekirin. Daxuyaniya kurmanckî mamosteya MED-Der’ê Şukran Yakut û ya kurdî jî Berdevlê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî xwend.    ‘Zimanê Tirkî li ser zarokên kurd tê ferzkirin’   Şerefxan, anî ziman ku îro li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê serdema perwerdehîyê ya salên 2022-2023'yan destpê dike û  got: “Wekî 99 salên ku heta niha borî ne, zarokên ku zimanê wan ne tirkî ye, nemaze jî ji bona bi milyonan zarokên kurdan mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê nebûye mafekî qanûnî. Zarokên kurdan di dibistanên Tirkiyê de heta niha bûne wekî alavên pişaftin û helandinê. Di van dibistanan de, di hemû astên perwerdehiyê de zarokên kurdan ji perwerdehiya bi zimanê kurdî bêpar mane. Di dibistanan de zimanê tirkî li ser zarokên kurd tê ferzkirin. Reformên biçûk ku heta niha di warê ziman de hene jî bi rêbazên cuda tên astengkirin. Siyaseta fermî di pirsa zimanê kurdî de eşkere durûtiyê dike. Li vî welatî 84 mîlyon mirov dijîn û herî kêm ji sisiyan yek jî bi eslê xwe kurd e. Dîsa li Tirkiyê, ji bona ku perwerdehîyê bi zimanê tirkî bidin, ji pêşdibistanan heta zanîngehan milyon û nîvek mamoste ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve hatine peywirdarkirin.”   ‘Armanca  bişaftina zimanê kurdî ye’   Şerefxan, bi lêv kir ku ji bo bi mîlyonan zarokên kurd, di serdema perwerdehîya salên 2020-2021'ê de tenê mamosteyek, ji bo serdema salên 2021-2022'yan jî, tenê sê mamoste hatine bicîhkirin û wiha domand: “Li gorî daneyên fermî heta niha derdora sed mamosteyên kurdî hatine peywirdarkirin. Heke bi rastî mafê perwerdê bi zimanê kurdî mafekî asayîbûna, divê bi sedhezaran mamosteyên kurdî bihatana tayînkirin. Eşkereye ku di şert û mercên demokratîk û wekhev de, pêwist bû ji bo xwendekarên kurd bi hezaran mamosteyên zimanê kurdî bihatana bicîhkirin. Lê li gorî siyaseta fermî mafê zarokên kurdan û tirkan îro ne weke hevdû ne. Derfetên berfireh ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî hema hema tune ne. Armanca Dewleta Tirk di pirsa ziman de pişaftina kurdî ye. Ev rastî di peywirdarkirina mamosteyan de jî eşkere xuya dike, Ev dane bi tena serê xwe rastî û bê statûbûna me Kurdan jî baş dide der.”   ‘Bi tu awayî bi zimanên din perwerde nayê dayîn’   Şerefxan, dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo ku astengî û qedexeyên pêşberî mafê perwerdehîya bi zimanê kurdî ji holê rabin ev xalan rêz kir:    “* Pêwiste xala 42'yemîn a Makezagonê ya bi naveroka; ‘Li Tirkîyê ji bilî zimanê tirkî bi tu awayî bi zimanên din perwerdehî nayê dayîn’ were sererastkirin yan jî ev xal ji Qanûna bingehîn were derxistin.   * Peymana Mafê Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, divê bi hemû xalên xwe ve were pejirandin. Ji bona hemû zarokan ku li vî welatî dijîn mafê çand, nasname û perwerdehî bi Zimanê Dayikê were asayîkirin. Heta niha eşkere xuya dike ku li gel hemû nerazîbûn û bangên sazîyên mafê mirovan ên li nava welat û derveyî welat jî rayedarên Dewleta Tirkiyê di vê biryara xwe ya ne rewa de, li ser înkara pirçandî û pirzimaniyê helwesta xwe ya çewt berdewam dikin.”   ‘Mafê zimanê kurdî, mifteya azadiya Gelê Kurd e’   Şerefxan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafê zimanê kurdî, mifteya azadî û wekhevîya Gelê Kurd e. Di heman demê de zimanê kurdî, nîşaneya hebûn û statûya Gelê Kurd e. Heta ku daxwazên Gelê Kurd ên ji pêşdibistanan heta zanîngehan pêk werin û zimanê kurdî li vî welatî bibe "Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê", wê têkoşîna Gelê Kurd ji bo ziman, çand û nasnama xwe ya netewî û mirovî her berdewam be.”   Daxuyanî bi dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.