'Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' 2022-09-12 16:09:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta sala nû ya perwerdehiyê li gelek bajaran ji bo zimanê Kurdî bi girseyî daxuyanî hatin dayîn û banga bila zimanê Kurd bibe zimanê fermî û perwerdehiyê hat kirin.   Ji bo bi milyonan xwendekar û mamosteyan sala nû ya perwerdê hat destpêkirin. Bi minasebeta roja ewil a sala nû ya perwerdehiyê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî hat kirin.    Riha   Rêxistina HDP’a Rihayê bi daxwaza “Bişaftina li ser zimanê kurdî rawestînin” û “Li dijî bişaftinê perwerdehiya bi zimanê dayikê” li pêş Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a navçeya Halîlîyeyê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu,  Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman Omer Ocalan û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û welatî te li daxuyaniyê bûn. Di daxuayaniyê de pankarta bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” hate vekirin.    Endama Tevgera Jinên Azad  (TJA) Garîbe Yeşîl, bertek nîşanî qedexeyên li ser ziman dan û got: “Di serdema nû ya perwerdehiyê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin. Heta perwerdehiya bi zimanê dayikê bê dayîn û bi awayekî qanûnî bê misogerkirin têkoşîna me dê bidome. Em dibêjin berxwedan ziman e û li dijî zextên li ser zimanan û ji bo misogerkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê, dem dema bilindkirina têkoşînê û xwedîderketina zimanê dayikê ye.”   Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî bal kişand ser êrişên li dijî kurdî û got: “Kurd tevî hemû qedexeyan jî zimanê xwe didin jiyîn. Em dixwazin kurd bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin. Li dijî nasname û zimanê kurdî dijminatiyek heye. Îro bi milyonan zarokên kurd dest bi perwerdehiyê kir. Em vê siyaseta qirêj qebûl nakin. Em hemû ziman û olan diparêzin. Pişaftinê bidin rawestandin.”    Piştî daxuyaniyê li avahiya partiyê têkildarî ziman panelek hate lidarxistin. Di panela ku parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar weke axivîner tevli bûn de nivîskarê kurd Salîh Mevalî jî moderatoriya wê kir. Di panelê de li ser girîngiya kurdî hate sekinandin.    Wan   Li Wanê 24 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî, li Kolana Hunerê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ziman kirdeya hest û ramanê ye em perwerdehîya bi Kurdî dixwazin” hate vekirin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Di daxuyanî perwerdekarê kurdî yê Komeleya Lêkolînê ya Çand û Hunera Kurd (ARSÎSA) Seyît Kiliç xwend.    Seyît bi bîr xist ku sala nû ya perwerdeyê ya sala 2022 - 23 îro dest pê kir û bi lêv kir ku di 99 salan de dîsa zarokên kurd ji zimanê wan hatin dûrxistin û Bişaftin. Seyît, bi lêv kir ku ne tenê di saziyên perwerdehiyê de li ser hemû qadên civakî êrişek li ser kurdî heye û xwest  zimanê kurdî bibe zimanê fermî.    Lİ navçeyên Erdîş, Şax û Seray ên Wanê jî bi heman daxwazê li pêş avahiyên HDP’ê daxuyanî hatin dayîn.    Mûş   Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Mûşê jî li pêş avahiya HDP’ê daxuyanî dan û gelek kes tev li daxuyaniyan bûn. Rêveberê HDP’ê Kerem Çitanak, xwest ku êriş û qedexeyên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin.    Mêrsîn    Şaxa Egîtîm Sen’a Mêrsînê, ji bo sala nû ya perwerdehiyê pêşniyarên xwe yên çareseriyê û pirsgirêkên li tevahiya bajêr diqewimin raporak aşkere kir. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş û rêveberên ÎHD’ê beşdarî daxuayiya li avahiya şaxê hate dayîn bûn. Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen’a Mêrsînê Mahmût Sumbul axivî û qala pirsgirêkên ku xwendekar û mamoste dijîn kir. Sumbul, xwest ku mamosteyên ku bi KHK’ê ji peywîrê hatine girtin vegerin ser karê xwe.    Enqere   Komeleya Çand, Huner û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê, Komelya Elewiyên Şoreşger (DAD), endamên komeleyan û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Endama ANKA-DER’ê Nebahat Çalpan a di civînê de axivî, xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û destnîşan kir ku divê di vê mijarê de têkoşîn bê dayîn. Nabahat, anî ziman ku dijminatiya gelê Kurd ne tenê di qada perwerdehiyê de ye û got: “Tunehesibandine gelê Kurd, hewldanên zilmê bi rêbazên nûjenkirî berdewam dikin.”   Nebahat diyar kir ku divê zimanê kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê û got: “Divê Tirkiye û dewletên din bi taybetî zimanê kurdî hemû mafên netewî yên gelê kurd di qanûnan de qebûl bikin, fermî bikin û li gorî peymanên navnetewî tev bigerin. Em bang li herkesên ku ji xwe re dibêjin mirov dikin ku ji bo pêşveberin û parastina kurdî, ji bo perwerdehiya kurdî fermî bibe têbikoşin. Divê li her qadê bi ruhê seferberiyê tevbigerin. Em dibistan û zanîngehên kurdan li her derê çêbikin.”