Li Girtîgeha Jinan a Amedê greva birçîbûnê destpê kir 2022-09-12 16:03:50   AMED - Li Girtîgeha Jinan a Amedê di nav de rojnameger jî heyî, girtî li dijî binpêkirina mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Grev dê 5 rojan bidome.    Li dijî binpêkirina mafan li Girtîgeha Jinan a Amedê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Greva ku dê 5 rojan bidome rojnameger jî tevlî bûn.    Girtiyên ku bi rêya parêzerên xwe çalakiya xwe ragihandin gotin: "Li dijî binpêkirina mafan me dest bi grevê kir û çalakiya me dê 5 rojan bidome. Li dijî kamerayên ku di koguşan de hatî bi cihkirin, li dijî lêgerîna tazî, netedawîkirina girtiyên nexweş û astengkirina bernayên civakî me çalakî da destpêkirin. Em ji bo piştevanî û hişyariyê bang li raya giştî û saziyên sivîl dikin."