HDP li Meletiyê bi gel re hat ba hev 2022-09-12 13:19:10   MELETÎ - Parlementerên HDP'ê li gel rêxistina HDP'ê ya Meletiyê li sûka Meletîyê ya kevin serdana esnafan kirin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gûnay di civîna gel de got îro em hatine guhdarî we bikin û wiha diyar kir: "îro bi qasî me pirsgirêka jinan, pirsgirêka elêwîyan, bazirvanan, kedkaran fam kir em ê bikarin xwe mezin bikin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meletiyê li gel berdevka HDP'ê Ebrû Gûnay, parlementerên HDP'ê Necdet Îpekyuz li sûka Meletîyê ya kevin serdana esnafan kir û bi gel re hatin gel hev. Parlementeran  li deriyê esnafan xist û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. Piştî serdana esnafan li taxa Serîn Tepe yê civîna gel hate lidarxistin.    Di dema serdanê de bi taybetî xwediyên erdan pirsgirêkên dijîn parve kirin. Wan diyar kir ku mazot, gubre û li gel wê her tişt pir biha bûye lê tovên wan bi erzanî tên firotin. Parlementer Nejdet Îpekyuz gotina îqtidarê ya " Xwediyên erdan kêfxweş in" bi bîr anî. Li ser gotinê xwediyê erdan anîn ziman ku 'ew nayên me nabînin bila werin bizanibin ka gel di çi rewşê de ye'. Parlementeran di her fersendê de li gel girseyên welatîyan civiyan û bi wan re nîqaş kirin. Esnafan jî bi van gotinan pirsgirêkên xwe bi lêv kirin : "Niha bi zorê em 8 kîlo goşt difiroşin, salên çûyî me herî kêm di rojekê de 25 kîlo difirot. Her sala diçe xirabtir dibe."   'Hemû debara me mişmiş e'   Di civîna gel de jî bi taybetî aborî hate axivîn. Xwediyên erdan di civînê de ev gotin kirin: "Em hemû salê li benda mişmişan dimînin. Lê mixabin ji ber sedema berf yan teyrokê ew hêviyên me jî wenda dibin û em di nava tunebûnê de ne hemû sal. Mixabin ne piştgiriyekê didin me ne jî tiştekî din."   'Îro em hatin li we guhdar bikin'   Ebrû Gunay piştî li gel guhdar kir wiha got:"Îro em hatin li we guhdar bikin. Em li taxan gerîyan û bernameya me berdewam dike. Em tim di nava gel de ne û em bawer in ku em ê bi guhdarkirina gel re mezin bibin. Îro çiqasî em jinan, ciwanan, kedkaran, kesên ji bo ol, çand û nasnameya xwe hatine binpêkirin nas bikin û fam bikin em ê bikaribin ewqas jî xwe mezin bikin."