‘Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdeya bi zimanê xwe bêpar in’ 2022-09-12 12:27:12     ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya navçeya Cizîrê bi minasebeta vekirina dibistinan daxuyaniyek da û destnîşan kir ku bi mîlyonan zarokên kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê xwe bêpar tên hiştin. Herwiha di daxuyaniê de hat diyarkirin ku hetau zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê ew ê têkoşîna wan bidome.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya navçeya Cizîrê bi minasebeta vekirina debistanan, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê li ber avahiya xwe ya navçeyê daxuyanî da. Komeleya Çandê ya Birca Belek, Rêxistinên navend û navçeyan ên HDP’ê yên Şirnexê,  Tevgera Jinên Azad(TJA) ,Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Şaredariya HDP’ê ya Silopî, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER û Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” hate vekirin û dovîzên “Zimanê me rûmeta me ye” , “Navê min xweza ye”, “Hêvî ji serkeftinê hêjatir e” û “Heqîqet evîn e, evîn jiyanrk azad e” hatin hilgirtin.   ‘Zarokên kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê xwe bêpar in’   Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît ve hate xwendin. Zîlan, daxuyand ku bi mîlyonan zarokên kurd ji mafê zimanê xwe bêpar tên hiştin û got: “Îro li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, serdema perwerdehiyê ya salên 2022-2023yan dest pê dike. Wekî 99 salên borî, dê bi milyonan zarokên kurd dîsa li dibistanên ku ji bo xwendekarên kurd bûne aşên bişaftinê ji zimanê kurdî bêpar bên hiştin.”   ‘Tê xwestin kurdî ji civakê were qûtkirin’   Zîlan, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî zimanê kurdî dijminatî tê kirin got: “ Dijminahiya li dijî zimanê kurdî ne tenê di qada perwerdehiyê de derdikeve holê; di her qada jiyanê de derdikeve holê. Tunehesibandin, pişaftin û hewldanên jiholêrakirina kurdî bi rê û rêbazên cuda didomin. Bi qedexe û astengkirina kurdî ya ji gelek aliyan ve, dewlet kurdî dorpêç dike, krîmînalîze dike û bi gelek zext, êriş û qedexekirinan saziyên kurdî yên ku di encama têkoşîna gelê Kurd ê azadîxwaz de hatine sazkirin,  digire. Dixwaze kurdî ji civaka qut bike û di nava demê de ji holê rake û bi vî awayî kurdîkujiyê pêk bîne. Bi riya jiholêrakirina kurdî stûna bingehîn a têkoşîna kurdan a azadiyê ji holê rake û di encamê de gelê Kurd ji holê rake.”   ‘Em ê her derê bikin dibistan’   Zîlan destnîşan kir ku rixmî hemû zext û êrîşên li dijî zimanê kurdî, Gelê Kurd têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafê zimanê kurdî domandiye û got: “Lewra em Kurd baş dizanin ku kurdî rûmet, hebûn, xwebûn û nasnameya  me ya neteweyî ye. Kurdî mifteya azadiya neteweya kurd a dîrokî, civakî û polîtîk e. Ku kurdî tune bibe, em hemû tune dibin. Çawa ku kurdî nirxekî herî qedîm û dewlemend ê kurdan e, yê mirovahiyê ye jî. Ji ber vê yekê, neyartiya li dijî kurdî neyartiya li dijî mirovahiyê ye û dijberiya kurdî sûcê mirovahiyê ye. Li ser vê bingehê, erebî, farisî, tirkî û gelek zimanên din xwedî kîjan mafan bin divê kurdî jî xwedî wan mafan be. Divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û em kurd her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî”   Daxuyanî bi dirûşma, "Bê ziman jiyan nabe" û bi çepikan bi dawî bû.