Semîre Dîrekçî bang li rayagiştî kir 2022-09-12 09:01:59     Şehrîban Aslan   AMED - Girtiya nexweşa giran Semîre Dîrekçî der barê pirsgirêkên li girtîgehê de nameyek ji OHD’a Amedê re şand û banga hestiyariyê kir.   Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ya li girtîgeha Jinan a Amedê dimîne, der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Amedê re nameyek şand. Semîreyê binpêkirinên mafan ragîhand û got pirsgirêk gihiştine asta herî jor.   ‘Mafên me tên xespkirin’   Semîreyê got wek welat di pêvajoyek zor û zehmet re derbas dibin û bi taybet di pêvajoyek wisa de rewşa girtîgehan hîn bêtir giran dibe û got: “Hun belkî ji me baştir dizanin û dişopînin. Lê dîsa jî yên li girtîgehan di van şertan dijîn rewşê hîn girantir hîs dikin. Rewşa li vir di alî mafên mirovan de qet nebaşe. Em gelek dikevin zorê. Geşedanên li derve, krîza aborî siyasî bandorê li ser me jî dike. Gotinek heye ‘Li girtîgehan binêrin hunê fêm bikin ka welat demokratîke an na.’ Ev bi salene em girtîne.  Me tu carê tecrîd, îzolasyon û binpêkirinên mafan yên wisa nedîtibûn.”   Semîreyê di berdewamiyê de wiha got: “Wek her tim desthilatdarî polîtîkayên serîtewandinê dimeşîne. Bêguman şert çi dibin bila bibin em ji çanda berxwedana xwe moral digirin û bi sekna xwe tu car tavîz nadin van zextan.  Berê jî me pirsgirêk bi we re parve kiribûn lê tiştekî bê guhertin tune ye. Berovajî vê binpêkirin zêde bûne. Me xwest em rewşa heyî dîsa ji we re rave bikin. Baweriya me tame ku hunê bibin dengê me. Em dizanin ku hun di qada mafên mrovan de kedek mezin didin, xebatên bi nirx dimeşînin. Bi vê baweriyê em ê pirsgirêkên dijîn ji we re rêz bikin.   Divê kes wek temaşevan nemîne   Hem li girtîgeha em lê ne hem li girtîgehên din hevalên me jiyana xwe ji dest didin. Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. wisa biçe wê gelek kes jyana xwe ji dest bide. Em naxwazin hûn temaşevan bimînin. Pergala kamera ya li girtîgehan jiyana me pir dide zorê û qada jiyanê teng dike. dîsa xwaringeh 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Ev hem di alî psîkolojîk hem di alî fikrî de me bi awayekî cidî dide zorê.   Lêgerîna tazî ferz dikin   Ne her tim be jî hevalên nû tên bi lêgerîna tazî re tên rû hev. Ev carna tê kirin û rumeta mirovan dişkîne. Her wiha pêkanîna cot kelepçe, dibêjin girêdayê ewlehiya derve ye. Mînak kelepçê li her du destên kesan dixin û li gel vê jî fermandar kelepçeyek din hem li destê xwe hem li destê girtî dixe. Ev pêkanîn bi rastî rumeta mirovan dişkîne û çanda îşkencê ye. Em bi tu awayî nikarin vê qebûl bikin.   'Ji bo tiştekî pir biçûk cezayê dîsîplînê didin'   Wek hun dizanin di TCK’ê de tahliyekirina heqkirî û bi şert berdan heye. Lê di rewşa heyî de mevzuata rewşa baş li girtîgehan wek rola dadgehên herêmî tê lîstin. Tevî ku kes cezayê xwe diqedîne nayê tahliyekirin. Li girtîgehan bi lijneya hatiye avakirin bi kêfî biryar tên dayîn. Înfaz tên taloqkirin û di tiştekî herî biçûk de cezayê dîsîplînê tê dayîn. Tevî em hemû mafên xwe yên hiqûqî dixwazin bi kar bînin jî ev tê redkirin.   Pirtûk bi sînor tên dayîn   Ev çend sale em ji weşanên muxalîf fêdeyê nagirin. Mînak kanalên herêmî, Halk Tv, TV1 û kovar nayên dayîn. Pirtûk bi sînor tên dayîn. Serê kesî 10 pirtûk tên dayîn. Radyoyên em digirin nebaşin. Hewcedariyên me pêk nayên. Em hîna jî rojnameyan û rojnama Yenî Yaşam nikarin bigirin.   Tu azadiya me tune ye   Em ji aktîvîteyên civakî û faliyetan fêdeyê nagirin. Faliyetên sportîf, mafê sohbetê, qadên hevpar hatine qedexekirin. Hincet jî ewlehiya girtîgehê ye. Bi van hincetab qada me teng bikin. Yanî di tecrîdê de tecrîdê diafirînin. Di her mijarê de me îzole dikin. Tevî em li girtîgeha jinan e xweserbûna me li ber çavan nayê girtin. Tiştên li girtîgeha mêran pêk tê li ya me jî pêk tê.   Li kantînan biha gelek zêde ne   Li Kantînan her tişt biha ye. Em di alî aborî de zehmetiyan dikşînin. Li girtîgehan dem bi dem em di alî ava germ û cemidî de pirsgirêkan dijîn.  Min xwest ez bi nameyê van pirsgirêkan ragihînim. Ez di vê mijarê de hestiyariyê dixwazim. Em di ferqa pêvajoyê de ne. Rewş qet nebaşe. Em ji televizyonan derve dişopînin. Tevî her tiştî em hêviya xwe zindî dihêlin. Bi van hestan em ji we re serkeftinê dixwazin. Silav û rêz.”