ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-12 09:00:00     *Girtiya nexweşa giran Semîre Dîrekçî der barê pirsgirêkên li girtîgehê de nameyek ji OHD’a Amedê re şand û banga hestiyariyê kir.   *Ji însiyatîfa Edelet û Rêzdariya Li hember Mirî Parêzer Burcu Çelîk da zanîn ku desthilatdarî êrişên li hember cenaze û goristanan roj bi roj zêde dike û der barê cenazeya Hakan Aslan yê bi qutiyê teslîmê malbatê kir de axivî. Burcuyê got nêzîkatiya li hember cenazeyan qet ne munferîte. BI DÎMEN    *Hacer Es a ku 8 sal in li Geverê mêşvaniyê dike wiha got: "Di civaka ez dijîm de min nêrîna ‘jin çawa bi tena serê xwe dike’ şikand. Hedefa min mêşvaniyek baş bû. Hêdî hêdî digihêjim hedefa xwe."  BI DÎMEN    *Jinên ku di turnuvaya Futbolê de listîn bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet, anin ziman ku ew ê li dijî vî şerî li her qadê bin û rengê xwe nîşan bidin.DÎMEN HEYE