Di turnuvayê futbolê de jinan bi pankarta Aysel Tugluk meşiyan 2022-09-12 08:49:42     ŞIRNEX - Turnuvaya Futbolê ya Kemal Kurkut a bi dirûşma “Nebin tiryak kêş, azad bin” bi maça xwe ya fînalê bi dawî bû. Jinan bi pankarta “Aysel Tugluk rûmeta me ye, ji bo Aysel Tugluk edalet” daketin sehayê û meşiyan.   Turnuvaya Futbolê ya Kemal Kurkut a bi dirûşma  “Nebin tiryak kêş, azad bin” ji aliyê Şaredariya Silopiyayê û  Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ku hat organîzekirin îro bi maçên xwe yên fînalê bi dawî bû.  Di nav 83 tîman de 6 jê ji jinan pêk tên. Tîmên jinan ji bo bîranîna jinên ku di qedexeya derketina derve ya Cizîr û Silopiyayê de hatibûn qetîl kirin hatin avakirin.   Maça dawiyê li Tesîsên Werzîşê yên Şaredariya Silopiyayê hate lidarxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina HDP’ê yê Şirnexê, endam û rêveberên Şaredariya HDP’ê yê Silopiyayê, Meclîsa Ciwanên HDP’ê,  Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, TUAY-DER, parlementerê HDP’ê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek kes beşdarî turnuvayê bûn   Li sehayê pankartên “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin”, “Rêxistinbûyîna jinê, azadiya jinê ye”, “Li hember polîtîkayên qirêj serî hilde”, “Em bi rengên xwe yê xemrî li sehayên kesk in”, “Li dijî talankirina xwezayê bêdeng nemîne”, “Ji bo jiyanek azad û wekhev em ê têkoşîna jinê bilind bikin. Têkoşîna me dê qetîlkirina jinê bi dawî bike” hate daliqandin.   ‘Bi pankarta Aysel Tugluk meşiyan’   Jinan bi pankarta “Aysel Tugluk rûmeta me ye, ji bo Aysel Tugluk edalet” daketin sehayê. Jinan bi pankartê ligel dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û meşaleyan meşiyan.   Maça ewil a fînalê di navbera tîmên ‘Pakize Nayir’ û ‘Asya Yuksel’ ve hate listîn. Maç 5-2 bi serkeftina tîma Pakize Nayir ve bi dawî bû.   Piştî maçê ji bo pîrozbahiyê govend hat gerandin.   ‘Bila ciwanên kurd xwedî li nasnameya xwe derbikevin’   Dûvre ji bo balê were kişandin li ser armanca turnuvaya futbolê axaftin hate kirin. Di ewilî de li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê, Emîne Ozek axivî. Emîne, diyar kir ku divê ciwanan xwe ji maddeyên tiryak û polîtîkayên qirêj biparêzin û wiha got: “Dewlet bi hemû rê û rêbazên xwe li ser zarokên me dilîzin. Banga me ji ciwanan ew e ku bila hay ji wan listik û polîtîkayên qirêj hebin. Bila malbatên me di wê aliyê de hay ji zarokên xwe hebin û nehêlin ku zarokên me werin xapandin.”   Dûvre Hevseroka HDP’ê yê Silopî Asuman Kulter jî axivî û herdû tîman jî pîroz kir. Asuman, destnîşan kir ku bi rêya tiryak, hişbir û fihuşê ciwanên kurd tên daxistin û biyaniya nasnameya xwe tên hiştin. Asuman, diyar kir ku li dijî van polîtîkayan divê hemû ciwanên kurd xwedî li nasname û hebûna xwe derkeve.   Piştî axaftinan turnuva bi merasîma xelat dayînê bi dawî bû.   Her wiha fînala mezin a turnuvayê di 20’ê Îlonê de bi beşdarbûyîna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ve dê li Silopiyayê were lidarxistin.