Meşa Dirêj a ciwanan ji Elmanyayê destpê kir 2022-09-11 13:27:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ji welatên cuda yên Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan li bajarê Essenê yê Elmanyayê dest bi Meşa Dirêj kirin.   Meşa Dirêj bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê" tê lidarxistin. Ji Elmanya, Îngilistan, Fransa, Swîsre, Kolombiya, Awûstralya, Îtalya, Spanya, Hollanda û gelek welatên din ciwanên kurd û enternasyonalîst tevlî meşê bûn. Ciwan destpêkê li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev kom bûn û ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê deqeyek rêz girtin.   Ciwanên ku li hev kom bûn li ser navê komîteya amadekar daxuyanî dan û gotin, ", "Em destpêkê şehîdên Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê îro ji bo Rêber Apo meşa dirêj li dar bixin. Zêdeyî 18 meh in ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Lewma bi navê ciwanên Kurd û entenrasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her tim çalakiyan lidar bixin. Em hêzên gerîla silav dikin ku li çiyayên azadiyê li hemberî çekên kîmyewî şer dikin. Bi navê ciwanên Kurd em dibêjin divê em bibin parçeyek ji vî şerî. Bi ruhê 14'ê Tîrmehê, bi ruhê Bêrîtan û Zîlanan em ê vê berxwedanê dewam bikin."   'Azdiya Rêberê me azadiya gelê me ye'   Di berdewamiya daxuyaniyê de meşa dirêj a destpêkê hat bibîrxistin û ev tişt hat gotin, "Meşa me ya dirêj a destpêkê ji Hanûa heta Hannoverê 17 rojan dewam kir. Esasê vê meşê ku sala 1983'an hate lidarxistin zexta li zindanan û agahiya li se şehadeta Mazlûm Dogan bû. Wê demê di Îlona 1982'an de li zindanan zexteke giran û li Kurdistanê jî êşkence hebû. Di nava kesên ku ew meş pêk anîn de Şehîd Hozan Sefkan, Kasim Engîn û Hozan Mizgîn hebûn. Şehîd Kasim Engîn di wê meşê de gotibû, 'Mêtingeriya Tirk êdî li dû trenê ma'. Meşa Dirêj a ku wê rojê destpê kir, îro bi ciwanên enternasyonalîst dewam dike. Em vê meşê diyarî hevrêyên xwe dikin ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin. Azadiya Rêberê me azadiya gelê me ye."   Ciwanan piştî daxuyaniyê dest bi mşeê kirin. Meş wê şeş rojan dewam bike. Rêgeha îro ya meşê wê heta Dûîsbûrgê be.