Gultan Kişanak: Divê hêzên demokrasiyê hevpar tevbigerin 2022-09-11 12:55:30   Oznur Deger   ENQERE - Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak di 42’emîn salvegera darbeya leşkeri ya 12’ê îlonê de ji ajansa me re axivî û got: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek demokrasî, maf û azadiyane?An jî pirsgirêka Kurdan ya îtîrazê rewşa heyî dike ye? Darbekarên 12’ê îlonê û desthilatdarên îro heman bersivê didin pirsê. Divê hêzên demokrasiyê hevpar tevbigerin.  Divê tifaqek xurt a demokrasiyê ava bikin. Divê partiyên muxalefetê jî bi tifaqa demokrasiyê re têkiliyek xurt daynin.”   Darbeya 12’ê îlonê ya 1980’an ku darbeya herî giran a darbeyên welat bû di 42’emîn salvegerê wê de hîna jî bandora wê didome. îşkenceya bi Kenan Evren re li girtîgeha Amedê bi Esat Oktay Yildiran re hat destpêkirin îro jî bi desthilatdariya AKP û MHP’ê didome. Di 12’ê îlonê de bi hezaran kes hatin binçavkirin, girtin û îşkence dîtin. Îro jî zextên li ser Kurd û muxalîfan didome.   Yek ji kesên di darbeya 12’ê îlonê de hat binçavkirin û îşkenceyên giran dît, niha jî 5 sale di Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê de li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek a Kandirayê girtî ye jî Gultan Kişanak e. Gultanê der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘Armanc mayîndekirina faşîzmê, teslîmgirtina civakê bû’   Gultanê der barê pêvajoya darbeya 12’ê îlona 1980 û girtina xwe ya cotmeha 2016’an de nirxandin kir û wiha got: “Ji 2015’an şûnde Tirkiye ket pêvajoyek siyasî ya cuda. AKP’ê bi hêzên dewleta kûr  re ku tifaq ava kir ket nav xebatên berjewendiyê. Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de hewldana darbeya leşkerî pêk hat. Wisa tê fêmkirin ku AKP’ê ji bo parastina xwe bi baskên cuda yên dewleta kur re tifaq kiriye. Ev tifaq ji bo rakirina ji holê ya muxalefeta Kurd a demokrastîk pêk hat. Ji 2012’an heta 2015’an pêvajoya çareserî û diyalogê pêş ket. Aliyên ji vê nerehet bûn, xwestin vê parçe bikin. Kesên parçekirî, global, yên li hember hev bi hêrs naxwazin rêveberiyên xerab lêpirsîn bikin. Jİ ser faşîzm, gotina faşîzmê û tirsa diafirînin dixwazin civakê teslîm bigirin. Bi darbeya 2016’an re Tirkiye xistin pêvajoyek wisa. Armanc teslîmgirtina civakê bû, mayîndekirina faşîzmê bû.”   ‘Zext û zilm didome’   Gultanê balkişand ser 6 salên dawî yên Tirkiyeyê û di vê mijarê de wiha got: “Ji bo civakek ku îdiaya wan ya demokratîkbûnê hebû ev 6 sal bû zilm û gelek dirêj bû. Di mudaxaleya leşkerî ya 1970’ê de zext û zordarî di nav du sê salan de hatin vekişandin. Di darbeya 12’ê îlonê de jî sê salan şûnde zext nerm bibûn.  Lê piştî darbeya 2016’an de hukmên darbeya sivîl ev 6 sale didome, pêla zextan hîna cuda cuda dimeşe. Belê desthilatdarî gelek têk çû, nav xwede pevçûn jiya. Aborî têk çû. Siyaset ket kirîzê. Têkiliyên Tirkiyeyê bi yên din re xera bûn. Politîka derve hat asta tunebûnê. Muxalefeta civakî li dijî polîtîkayên zextê berxwe didin. Lê dema mirov li 6 salan dinêrin,mirov dikarin bêjin ku ev pêvajo di alî muxalefeta demokratîk de pêvajoya dereng ketinê ye. Bi taybet çend salên ewil  li dijî propanganda reş û şerê taybet ya li hember siyaseta Kurd,  ji ber muxalefetê xwe da alî faşîzma nû mayînde bû. Her çû dor hat her kesî. Di navbera 2016-2019’an de qeyûm tayînê şaredariyên Kurd hatin kirin.  Niha jî dest û lingên şaredariyên CHP’ê tên girtin heta di bin zexta qeyûman de tên girtin. Ev faşîzma li welat ancax bi cesaretek mezin dikare bê sekinandin.Hewcedariya Tirkiyeyê bi vê heye.”   ‘Daxwaza wan serîtewandina muxalefeta civakî bû’   Gultanê der barê xebatên xwe yên wê pêvajoyê de jî nirxandina xwe wiha kir: “Em bi darbeyek siyasî ya cidî re hatin rû hev. Polîtîka teslîmgirtinê dihat meşandin.  Pratîka me ya siyasî ya 10 sa lan kirin mijara dozê. Xwestin hemû xebat û hewldanên ji bo aştî û demokrasiê bikin sûc. Wateya wê jî dihat vê; divê kes xwe neparêze, rêxistin neke, pêşniyara çareseriyê û bernameya polîtîka a cuda neke. Daxwaza wan serîtewandina muxalefeta civakî bû. Yekane tişta bê kirin hebû. Divê xwedî li têkoşîna aştî û demokrasiyê bihata derketin. Îradeya civakî û daxwaza polîtîk li girtîgehan sînor namîne. Me jî têkoşîna vê da.   ‘Vê dozê nêzîkatiya li hember pirsgirêka Kurd nîşan da’   Gultanê balkişand ser doza Kobanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê dozê nêzîkatiya deshilatdariyê ya li hember pirsgirêka Kurd nîşan da. Ev doz ji bo em demek dirêj girtî bimînin hat vekirin. Li gorî xwe  hesab dikin ku wê muxalefeta Kurd biçewisînin û wisa biqedînin. Tayînkirina qeyûman, doza girtina HDP’ê parçeyek vê senaryoya qedandinê bû. Ji xwe doza girtinê li ser îdiayên ku tu nirxên hiqûqî tuen hatiye vekirin.  Lê me destur neda van senaryoyan û em destur jî nakin. Ev doz di heman demê de têkiliya AKP-MHP Û DAIŞ’ê nîşan dide.  Têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê ne tenê li Sûriyeyê hemû hevsengiyên Rojhilata Navîn guhert. Xuyaye hîna hêrsa wan derbas nebûye. Doza Kobanê hemû aliyên siyasîbûna darazê derxistiye holê. Ji ber vê dozek girtîne. Îdiayanameya dozê ji aliyê dozgerê taybet yê qesrê ve hatiye amadekirin û teslimê heyetek taybet hatiye kirin u ev du sale bi mudaxaleyên Qesrê ev doz tê meşandin.Ev doza dijhiqûqîbûnê ye.”   ‘Desthilatdariyek ku mîrateya 12’ê îlonê girtiye heye’   Gultanê di nirxandina xwe de  li ser darbeya faşîst a 12’ê îlonê ya 1980’ê sekinî û wiha anî ziman: “42 sal di ser darbeya faşîst re derbas bû. Êdî ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê gelek tişt guherîn. Ji ber vê jî ne yekser lê divê bi giştî mirov li ser nêzîkariyên îdeolojîk û armancan binin hember hev.Tevî 42 sal di ser de derbas bûye, em desthilatdariyek ku mîrateya 12’ê îlonê dewr girtiye re hatne rû hev. Faşîzma 12’ê îlonê ji bo civakê biçewisîne, binpê bike, bêçare bike gelek hewl da. Sendîka, partî, komele hatin girtin. Sêdar hatin avakirin. Girtîgeh kirin îşkencexane. Armanca wan civakek bêdeng ava bikin.  Em di alî Kurdan bigirin dest. Darbekarên 12’ê îlonê li girtîgeha Amedê hovîtiyek mezin kirin. Armanca wan wê rojê çi bû îro jî heman tişte. Rêbaza faşîzma polîtîka tunekirinê ye.  Polîtîka darbekarên 12’ê îlonê tunekirin bû. îro jî heman rewş mijara gotinê ye.  Desthilatdariya darbeya 2016’an pêk anî jî li ser heman armancê disekine. Lê nokteya hatinê têkçûna wan nîşan dide. pêkanînên îro li girtîgehan tê kirin, tecrîd, tenê hiştin, bêparhiştin,cezayên muebeta giran, ji yên 12’ê îlonê cudatir bin jî di encamê de binpêkirinên mafan yên giranin.”   ‘Mafê dermankirinê tê binpekirin’   Gultanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di 12’ê îlonê de bi sedan kes di encama îşkenceyan de hişê xwe windakirin, seqet man. Lê mixabin îro di alî xwegîhandina mafê dermankirinê de pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Hîna rapokirina îşkenceyan ne hêsane. Girtiyên nexweş yên giran nayên dermankirin û mirinên bi guman tên jiyîn. Lêpirsînek cidî nayê meşandin serê wê tê girtin.Xebatkarên cemawerî yên sûc dikin bê ceza tên hiştin. Li dijî binpêkirinên mafan yê li girtîgehê di rayagiştî de jî hestiyariyek nayê afirandin. Di salên 90’î de parastina mafê mirovan hîn bêtir xurt bû.”   Gultanê der barê rewşa girtiyên jin yên dema darbeya 12’ê îlonê de destnîşan kir ku  hejmara girtiyên jin yên polîtîk wek niha ne evqas zêde bûye û got: “Jin jî di girtîgehên leşkerî de man. Li girtîgehên din pêkanînên din çibûn nizanim.  Lê li girtîgeha Amedê mam. Yek xebatkarek jin wê demê tunebû. Navbera 1980-82’an de hemû xebatkar leşker, yanî mêr bûn. Bi nêzîkatiyek zayendperest nêz dibûn. Şîdet li me dikirin. Yanî polîtîkayên li hember jinan îro jî hemanin. Tiştek neguheriye. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek demokrasî, maf û azadiyê ye?An jî pirsgirêka Kurdan ya îtîrazê rewşa heyî dike ye? Darbekarên 12’ê îlonê û desthilatdarên îro heman bersivê didin pirsê. Divê hêzên demokrasiyê hevpar tevbigerin.  Divê tifaqek xurt a demokrasiyê ava bikin. Divê partiyên muxalefetê jî bi tifaqa demokrasiyê re têkiliyek xurt daynin. Dixwazin bi her rê û rêbazî Kurdan bêdeng bikin.”   Gultanê der barê tişta ku herî zêde di dema 12’ê îlonê de bandor lê kiriye de jî nêrînên xwe anîn ziman: “Ez naxwazim êşan bînim ziman. Lê tiştek biçûk bêjim. Gardiyaniya koxuşa jinan demekê leşkerê bi navê Bahattîn yê ji Gumuşxaneyê kir. Zarokekî saf yê gundî bû. navê xwe û bajarê xwe jî ji safiya xwe ji devê xwe derxistibû.  Her kes nasnavekî wan hebû. Ji Bahattîn re jî digotin Horoz. Ger fermandara talîmat dabûna, Bahattîn dihat koxuşê û  li hemû kesî dixist. Ji me jî ya herî mezin 25-26 salî bû. Em hemû ciwanên zeyif û qels bûn. Bahattîn carna ji bo me xemgîn dibû digot ‘Hun çima tevli vî tiştî bûn hunê hemû geber bibin’.  Lê talîmatên digirt jî pêk dianî. Dema xwarin dianî digot duayê bixwînin. Rojekê Bahattîn xwarin anî negot bixwîne. Roja din jî negot. Me roja din dît ku ber çavê Bahattîn reş bûye û kêfa wî tune ye. Berpirsê Koxuşê jê re got Bahattîn bey çi bûye. Bahattîn dest pê kir û got. Du jinên biyanî hatine girtin, Esat Oktay gotiye kariş van nebin wê ji xwe bên berdan, bila tiştên li vir neçin li derve nebêjin. Lê Bahattîn jî hewl daye kulmekê li wan jinan bixe. Wan jî gilî kiriye, Esat Oktay jî kulmek li Bahattîn xistibû.  Piştî vê bûyerê me êdî Bahattîn nedît. Guhertin. Vê nakokiya gundyekî saf yê Gumuşxaneyî, nîşan dida ku darbekarên 12’ê îlonê çiqas  netewî û herêmî ne. Zilma 12’ê îlonê ji bo me jinan da fêrkirin ku serdestiya mêr ya li qada taybet dest pê dike , Cihê wan yê rast di esasê de dewlet e.”