Li Rihayê du zarok mirî hatin dîtin 2022-09-10 11:56:46   RIHA-Li Kuçeya Hurriyetê ya Kaniya Xezalan du zarokên bi navê Irmak Kaymaz (9) û Vaad Îllen (10) di kanîkekê de mirî hatin dîtin.    Li Kuçeya Hurriyetê ya Kaniya Xezalan du zarokên bi navê Irmak Kaymaz (9) û Vaad Îllen (10) di kanîkekê de mirî hatin dîtin.    Zarokên ji avê hatin derxistin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan li vir jiyana xwe ji dest dan.    Hat diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.