Meral Şîmşek: Ez xelata xwe diyarî jinên li serê çiyan dikim 2022-09-10 11:13:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Sirgûn û Berxwedanê ya Wêjeyê ku li ser navê helbestkar Thedor Kramerê Awûstûryayî tê dayîn, îsal dan nivîskar û helbestkara Kurd Meral Şîmşek.   Xelata Sirgûn û Berxwedanê ya Wêjeyî ku li ser navê helbestkar Theodor Kramer ê Awûstûryayî yê bi eslê xwe Cihû ku di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de zilm dît tê dayîn, îsal dan nivîskar û helbestkara Kurd Meral Şîmşek.   Merasîm 9’ê Îlonê ku roja çêbûna Theodor Kramer e li bajarê Nîedelhollatbrunnê hat lidarxistin. Kurdistanî jî tev lê bûn.   Meral Şîmşek, xelata ji aliyê Komeleya Theodor Kramer ve tê dayîn bi nivîskar Awûsûryayî Gerhad Frîtz Oberschlîck re par kir.   Xelatê, li ser navê Kramer didin nivîskar û helbestkarên sirgûn û li ber xwe didin.   Meral Şimşek di dema axaftina girtina xelatê de got:"Ez xelata xwe diyarî jinên li serê çiyan dikim."