Mêrê destdirêjî li du zarokan kir, hat berdan 2022-09-10 09:08:49   AMED - Mêrê bi navê U.K. ê destdirêjî li du zarokan kir û do hatibû binçavkirin bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Du roj berê di wesayita ji Amedê diçû Farqînê mêrê bi navê U.K. dest dirêjî zarokeke 8 û ya 13 salî kiribû. Piştî malbat bûyerê hîn bû şûn de çû li Midûriyeta Polîsan a Farqînê gilî kir. Li ser giliyê malbatê kiryar hat binçavkirin. Kiryarê ku îfadeya wî li Midûriyeta Polîsan a Farqînê hat girtin şûnde sewqî dozgeriyê hat kirin. Li vir jî piştî îfadeya kiryar hat girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya nobedar hat kirin û ji vir jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.