'Ji ber av bingeha jiyanê ye, dewleta tirk wekî çekekê li dijî gelan bi kar tîne' 2022-09-10 09:02:51   Yara Kendeş   KOBANÊ - Ji Rêveberiya Desteya Avê ya Herêma Firatê Xalîse Hec Qadir, têkildarî polîtîkaya dewleta tirk a di çarçoveya qutkirina avê ya li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha got:"Ji ber av bingeha jiyanê ye, dewleta tirk wekî çekekê li dijî gelan bi kar tîne. Em li dijî qutkirina avê bêdeng û bêçareserî namînin. Em her tim çareseriyan peyda dikin, em her tim ji gelê xwe re alîkariyê derdixin pêş û tu carî jî dewleta tirk nikare bi rêya şerê sar vîna gelan û xebatên me lawaz bike."   Ji 27'ê Çileya derbasbûyî ve dewleta tirk rêjeya ava çemê Firatê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm kiriye. Li gorî lihevkirina li ser parvekirina ava çemê Firatê ku sala 1987'an di navbera hikumeta Şamê û dewleta tirk de hatibû îmzekirin, divê Tirkiyeyê di saniyekê de 500 metrekup ava çem bidaya Sûriyeyê, lê tenê 200 metrekup dide. Di encamên qutkirina ava Çemê Firatê de erdê gundên Bûraz, Gir Sor, Cadeya Mezin û Cadeya Biçûk, Ibrîn, Îlçax, Şiyûxa Jêrîn û Şiyûxa Jorîn, Torman û Qomilx zuha bûn. Têkildarî vê mijarê ji Rêveberiya Desteya Avê ya Herêma Firatê Xalîse Hec Qadir, ji ajansa me re axivî.   'Dewleta tirk di her fersendê de ava Çemê Firatê kêm dike'   Xalîseyê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji meha yekemîn a sala 2021'ê heta roja îro dewleta tirk Ava Çemê Firatê bêtir kêm kiriye û wiha pê de çû: "Di demên dawî de dewleta tirk bi awayekî zindî av li ser Herêmê kêm kir. Di meha 1'ê de vê polîtikayê bi awayekî zelaltir dest pê kir, heta roja îro jî berdewam e. Di werza zivistanê de tu carî nabe ku av bê qutkirin, lê hema dewleta tirk qasî ku dikare pilanên xwe yên qirêj dide meşandin. Her wiha lîstoka xwe ya birîna avê dilîze û ji bo gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava zor û zehmetiyan de bijî vê yekê didomîne. Dewleta tirk ji sala 2017'an de di her fersendê de ava Çemê Firatê kêm dike."   'Bi qutkirina avê dewleta tirk şerê xwe dimeşîne'   Xalîseyê bi lêv kir ku ev pilanên dewleta tirk ên qirêj ne cara yekem û ne ya duyemîn e ku li ser gel bi vî rengî dide meşadin û wiha got: "Bi rêya avê jiyana mirov, şînatî, lawiran didome. Ji ber vê yekê jî her kes pêwîstiya xwe bi avê dibîne. Her wiha em dibêjin qutkirina avê tenê bi tîbûna mirovan ne girêdayî ye, gelek tişt bi xwe re xerab dike. Ji wan tiştan jî em dikarin bêjin yek jê çandinî paşde diçe. Ceyran li ser gel qut dibe û saetên ku tê berdan jî pir kêm in. Pêdivî û pêwîstiyên rojane yên karkeran jî bi kêmkirin û qutkirina avê re lawaz dibe. Av damara jiyanê ye, bi qutkirina avê dewleta tirk şerê xwe dimeşîne."   'Ji ber av bingeha jiyanê ye, dewleta tirk wekî çekekê li dijî gelan bi kar tîne'   Xalîseyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku her çiqas dewleta tirk pilanên qirêj li dijî gel bi kar bîne jî dîsa ew ê ji gel re çareseriyê peyda bike û bi van gotinan dawî lê anî: "Ji ber av bingeha jiyanê ye, dewleta tirk wekî çekekê li dijî gelan bi kar tîne. Em li dijî qutkirina avê bêdeng û bêçareserî namînin. Em her tim çareseriyan peyda dikin, em her tim ji gelê xwe re alîkariyê derdixin pêş û tu carî jî dewleta tirk nikare bi rêya şerê sar vîna gelan û xebatên me lawaz bike."