Aysel Tugluk rakirin nexweşxaneyê 2022-09-09 16:32:03     STENBOL - Hevseroka  Giştî ya Berê Fîgen Yuksekdag, diyar kir ku Aysel Tugluk rakirine nexweşxaneyê.   Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku bi nexweşiya demansê ye û li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 a Kocaliyê tê girtin, serê sibehê rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku Ayselê li serwîsa lezgîn a nexweşxaneyê tê dermankirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku di daneşîna Doza Kobanê de axivî, diyar kir ku Ayselê di demeke nêz  de bi Şewba Korona (Covîd -19) ketiye û ji wê demê de rewşa tendirustiya wê girantir bûye .Fîgengê got, "Me îro ew şand beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Şert û mercên li girtîgehê yên nebaş bandora neyînî li ser tendirustiya Ayselê dike."