Ji bo Meşa Ciyayê Cûdî li Wanê banga tevlîbûnê hat kirin 2022-09-09 13:23:27     WAN - Di 17'ê îlonê de Meşa Ciyayê Cûdî tê lidarxistin. Li Wanê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl banga tevlîbûna meşê kirin.    Li dijî talana ku bi mehan e dom dike Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 17’ê îlonê de bi dirûşma “Em li Dijî Hilweşîna Şer û Talana Xwezayê Dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdiyê ve meşekê li dar bixin. Rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê ji bo tevlibûna Meşa Cûdiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya HDP’a Wanê hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Berdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya ku ji bo meşê li Wanê hat sazkirin Mesût Bor daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: " Li dijî talankirina xweza, daristan, dîrok û çanda xwe dimeşin Çiyayê Cûdî û ew li dijî talanê serî radikin. Jiyana li herêma Botanê di xetereyê de ye û em dixwazin dawî li vê talanê bê anîn. Em daxwaz dikin ku kes li dijî qirkirina daran û talana xwezayê di 17’ê îlonê de tev li meşa ji Cizîrê ber bi Cûdiyê ve bibin."   Sazî û dezgehên ku metna daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: “Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ÇEVDER, BASKDER, SERHAT GOÇDER, ARYEN Huner, Şanoya Mencel, ARSÎSA, Meclisa Dayikên Aştiyê û Odeya Lokantavan û Şofêran.”