Li Farqînî destdirêjî li hemberî du zarokan hat kirin 2022-09-09 12:13:53     AMED - Hat zanîn ku do mêrê bi navê Ugur Kolakan di wesayita ji Amedê diçû Farqînê de dest dirêjî du zarokan kiriye.    Derket holê ku do mêrê bi navê Ugur Kolakandi wesayita ji Amedê diçû Farqînê de dest dirêjî du zarokan kiriye.    3 jinên di wesayitê de bûn bûyer ferq kirine û kiryar ji wesayitê daxistine. Zarokên ku ji gundekî Farqînê dijîn, piştî vegeriyan gund bûyer ji malbata xwe re vegotin. Piştî ku malbat bûyerê hîn bû çû Midûriyeta Polîsan a Farqînê û di derbarê kiryar de gilî kir.   Her wiha hat zanîn ku kiryar winda ye.