Li Girtîgehê kesên ji derve tînin bi kincên gardiyanan dikin qaqîşên girtiyan 2022-09-09 09:39:30   ŞIRNEX - Hat zanîn ku nêzî 20 roj in li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa F’yê komekê kesên ne diyar  ku rêveberiya girtîgehê ji derve digir, kincên gardîyanan li wan dikin û wan dikin qawîşên girtiyên siyasî.    Binpêkirin û îşkenceya li dijî girtîyên sîyasî her diçe xwe bi rêbazek nû nîşan dide. Hat zanîn ku nêzî 20 roj in li Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa F  komekê kesên ne diyar ji derve tînin, kincên gardîyanan li wan dikin û bi vî şiklî dikin nav qawişên girtîyên sîyasî û provakasyonan dikin. Girtiyên ku li dijî van pêkanînan derdikevin jî ev kes êrîşî wan dikin û wan îşkence dikin. Girtiyekî ji girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa F’yê ku nexwest navê wî were teşhirkirin bi rêya malbata xwe ev agahî parve kirin û banga hestiyariyê kir.   Malbata girtiyê ku nexwest navê wî bê teşîrkirin diyar kir ku ew ji rewşa girtiyên xwe bi fikar in û wiha got: “ Komekê ji derve tînin û cilê gardîyanan li wan dikin. Ew kes çi ne, ji derve ji ku hatine kes nizane.  Lê bi vî yekê li ser girtîyên sîyasî planekê çêdikin. Ev rewş li dora 20 rojan e wiha berdewam dike.  Her carî bi ser qawişan de tê girtin û îşkence li girtiyan tê kirin. Di rewşên asayî de gardiyan tenê ji bo jimartin û heke dozgerî bixwaze dikare bikeve qawîşan lê ew kesên ku kincên gardîyanan li wan hatine kirin wextê bixwazin û bêyî destûr dikevin bikevin qawişan. Di navbera girtiyan de alozî û provakasyonan pêk tînin. Lawê min xwest ku ev pêkanîn bikevin rojevê û banga hestiyariyê kir.”