Ji bo pirtûka Figen Yuksekdag biryara komkirinê hat dayin 2022-09-08 15:59:06     STENBOL - Bi iddiaya "bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" têkildarî pirtûka Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag a bi navê Wê Dîwar Hilweşin biryara komkirinê hat dayin.    Bi iddiaya "bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye" têkildarî pirtûka Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag a bi navê Wê Dîwar Hilweşin biryara komkirinê hat dayin. Li gor nûçeya ETHA'yê biryar ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ve hatiye dayin.    Di nivîsa Serê Min ê bi Ewr a di pirtûka Wê Dîwar Hilweşin Figenê bal kişandiye ser serhildanên rêveberiya xweser a di 8'ê Tebaxa 2015'an da li Kurdistanê. Nivîsa Figenê wekî propaganda hat şîrovekirin û derbarê pirtûka wê de biryara komkirinê hat dayin.