Dozgerê 10'emîn nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtinê bike 2022-09-08 15:24:31   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenşayar 549 roj in didome. Daxwaza malbatê ya hevdîtina bi dozgerê 10'emîn re hat redkirin.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. Çalakiya malbatê di roja 549’an de berdewam dike.    Malbata Şenyaşar serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê bi rê ket û li ber edliyeyê têkildarî dozê agahî da mirovên li derdorê. Ferît Şenyaşar anî ziman ku wan ji dozgerê 10'emîn ê ji dosyayê re hate wezîfedarkirin, daxwaza hevdîtinê kirine, lê belê hatiye redkirin.   Ferît Şenyaşar diyar kir ku heta edalet pêk were wê ji be edliyeyê neçin.