TAJÊ li dijî êrişên li Xelîfanê daxuyanî da 2022-09-08 10:27:11   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ êrişa li Xelîfanê ya li dijî şervanên azadiyê şermezar kir û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku bêdeng nemînin û xwedî li zarokên xwe derkevin.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re û li Xelîfanê ya li dijî şervanên azadiyê daxuyanî da.    Daxuyanî ji aliyê Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Siham Dexîl ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de hat gotin ger ne ji berxwedana şervanên azadiya ba dê dewleta tirk Başûrê Kurdistanê hemû bikira bin kontrola xw û wiha dewam kir: "Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê ji Nîsana sala 2021'ê ve dest bi êrişên berfireh ên li ser Başûrê Kurdistanê kiriye. Li beramberî vê dagirkeriya dewleta tirk û xiyaneta PDK'ê berxwedana mezin a gerîlayên azadiyê di asta herî jor de ye. Ger ne ji berxwedana gerîlayên azadiyê bûya wê dewleta tirk di nava 24 seetan de tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir kiriba û gelê Kurd di qirkirinê re derbas kiriba."   Di dewamiya daxuyaniyê de destnîşan kirin ku şervanên azadiyê bi berxwedan û qehremaniya xwe hebûna gelê Kurd û gelên herêmê li ser vê xakê diparêze û gotin: “Ji nîvê Nîsanê heya vê kêliya, em di navê de ne, dewleta tirk bi hemû awayî  êrişî çiyayên azad dike. Hemû çekan bi kar tîne, bi sedan caran çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne û bi balafiran bomba baran dike. Lê li beramberî berxwedana gerîla dagirkeriya dewleta tirk nikare bi ser bikeve. Kengî gelê kurd nêzî serketin û azadiyê dibe û dewleta tirk a dagirker têk diçe, PDK dikeve dewrê û  êriş dike. Di nava van herdu salan de PDK’ê 3 caran êrişî gerîla dike û kemîn datîne. 9 gerîlayên zarokên vî gelî bi destê xiyaneta PDK’ê şehîd ketine. Xiyaneta PDK’ê hovîtî û faşîzma dewleta Tirk derbas kiriye. Salek derbas bûye ku hîna cenazeyên gerîlayên ku li Xelîfanê şehîd bûbûn di destê PDK’ê de ne û radestî malbatên wan nakin. Herî dawî bûyera ku beriya du rojan carek din li Xelîfanê qewimî, dewleta tirk bi balafiran bombe li gerîleyan barand, PDK’ê jî ji bejahî ve li gerîlayan da.   Di nava dîroka gelê Kurd de PDK’ê bi xiyaneta xwe cîh digire. Xiyaneta ku PDK’ê di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li civaka Êzidî kirî, îro heman xiyanetê li gelê Kurd dike. Dema em rûpelên dîrokê vedikin û dixwînin em dibînin ku her tim ji ber xiyaneta navxweyî gelan azadî û serkeftinê winda kiriye.   Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di serî de bang li jin, ciwan û gelên Başûrê Kurdistanê dikin, bila bersiva vê xiyaneta bidin û bêdeng nemînin, xwedî li zarokên xwe derkevin. Her wiha em bang li tevahî gelê Kurd dikin, taybet jin û ciwanan em rê nedin xiyaneta PDK’ê, em bibin yek helwest û xwedî li berxwedana gerîla derkevin. Berxwedan wê bi serbikeve, xiyanet û dagirkerî wê bi bin bikeve.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bimre Xiyaneta PDK’ê”, “Bijî Berxwedan” û “Bimre Xiyanet” bi dawî bû.